'Dibe ku em tu hevdîtinên din di navbera Tirkiye û Sûriyê de nebînin'

10-05-2023
Hisên Omer
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Civîna Çaralî Moskow Tirkiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dr. Mihemed Şakir, mamosteyê yasaya navdewletî diyar kir ki Tirkiyê dilgerm bû ji bo encamdana vê civînê berî hilbijartinan û got “Dibe ku em tu hevdîtinên din nebînin, dibe ev hevdîtina dawî be berî hilbijartinan.”

Civîna Wezîrên Derve yên her çar welatên Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê li Mosko hat lidarxistin. Ev yekemîn car e ku bi navbênkariya Rûsyayê her du welatên Tirkiye û Sûriyê li ser vê asta dîplomasî ya herî bilind dicivin.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got “Em erkê xwe ne tenê di xurtkirina siyasî ya pêşkefitinên ku hatine kirin d edibînin, di heman  demê de di diyarkirina rêgezên giştî de ji bo tevgerên din jî em wisa dibînin. Eger hûn li dikî rêbazeke wiha nebin, wê demê baştirîn encama danûstendinan wisa dibe ku lihavhatinek be ku di navbera we de bê kirin û pispor ji bo amadekirina nexşerêyekê bo asayîkirina têkiliyên Sûriyê û Tirkiyê bo civîna bê ya wezîran bêne erkdarkirin û piştre jî ev yek ji bo serokên herdu welatan bê pêşkêşkirin. Ji bo me û ji bo hemû welatên ku li wir amade ne yek ji presîbên sereke ew e ku vegerandina bi ewle û dilxwziya penaberan e û bi taybet wan kesên ku naxwazin ji cihê rûniştina xwe ya daîmî li Sûriyê bi paş ve vegerin û dabinkirina mafên wan ji bo piştgiriya wan erkê sereke ye.”

Ji bajarê Sekramento, paytexta Wîlayeta Kalîforniyayê, Dr. Mihemed Şakir, mamosteyê yasaya navdewletî, ji Rûdawê re got Tirkiyê dilgerm bû ji bo encamdana vê civînê berî hilbijartinan.

Mamosteyê Yasaya Navdewletî Dr. Mihemed Şakir ragihand “Bi zelalî diyar e ku bingeha vê civînê, bi taybetî piştî civîna Wezîrên Berevaniyê yên her çar welatan, Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îran, diyar e ku ji bo pêkanîna nêzîkbûnekê ye yan jî pêşketinekê ye ji bo nêzîkkirina Enqere û Şamê, bi taybetî jî piştî daxuyaniyên Wezîrê derve yê Tirkiyê ku dûr nedît civînek di navbera her du serokên Tirkiyê û Sûriyê de were kirin. Ev jî tê wê wateyê ku dilgermiyeke Tirkî heye bêhtir ji Sûriyê, bi taybetî jî berî hilbijartinan, û dibe ku em tu hevdîtinên din nebînin, dibe ev hevdîtina dawî be berî hilbijartinan.”

Li gor hin çavkaniyên ser bi hikûmeta Sûriyê ve, yek ji mijarên civînê, gotûbêjkirina vekirina Rêya M4 ya Navdewletî di navbera Heleb û Laziqiyê de bûye, ku li gor heman çavkaniyan di civînên serbazî û îstixbaratî de sazan li ser hatiye kirin.

Berî civîna wezîrên Derve, du civîn li ser asta Wezîrên Berevaniyê û serokên Desgehên Îstixbaratê li Mosko hatibûn lidarxistin û rê li pêş civêna Wezîrên Derve hatibû xweşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst