Lavrov: Amerîka li navçeyên Rêveberiya Xweser 'hêzeke nû' ava dike

10-05-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Nîşan Rûsya Sergey Lavrov Rêveberiya Xweser Rojava Amerîka
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Civîna çaralî ya di asta wezîrên derve yên Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsyayê li Moskowê dest pê kir. Di civînê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, Amerîka li Sûriyê tenê di piştgirîkirina rêveberiya Kurdan de nesekiniye û li derdora Rewayê dest bi avakirina "Artêşa Azad a Sûriyê" kirine.

Feysel Miqdad, Mevlut Çavuşoglu, Huseyin Emir Ebdullahiyan û Sergey Lavrov di navbera Şam û Enqereyê de ji bo normalîzebûnê danûstandinan dikin.

Di civîna çaralî de, Sergey Lavrov got, “Amerîka êdî piştgirîkirina bi desthilata Kurdî li Rojhilata Firatê ku xweseriya xwe ragihandiye û pirçekkirna komên wan ên çekdar ên neqanûnî yên ku ji hêla wan ve hatine çêkirin, bes nabîne. Li gorî agahiyên me, Amerîkiyan bi beşdariya nûnerên eşîrên ereb ên herêmê, çekdarên DAIŞê û rêxistinên din ên terorîst li derdora Reqa ya Sûriyê dest bi avakirina "Artêşa Azad a Sûriyê" kirine.”

Sergey Lavrov got: “Armanc eşkere ye: bikaranîna van çekdaran li dijî desthilatên çekdar ên rewa yên Sûriyê, ji bo têkdana rewşa welat.”

Lavrov diyar kir ku “hevkarên me yên leşkerî” herî dawî li ser vê mijarê axivîne û “li ser plana çalakiyên hevpar ên di vî warî de” li hev kirine.

Ji bo çareserkirina têkiliyên Tirkiye-Sûriyê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê pêşniyara çêkirina "nexşeya rê" kir. Herwiha bal kişand ser pêwîstiya vegerandina peywendiyên lojîstîk di navbera Şam û Enqerê de.

Lavrov wiha got: “Eger hûn li dijî rêbazeke wiha nebin, wê demê baştirîn encama danûstandina me ya îroyîn ew be, ku em bispêrin  pisporan da ku ta civîneke din a wezîran nexşerêyek ji bo normalîzekirina peywendiyên Sûriye-Tirkiyê amade bikin, û paşê emê wê pêşkêşî ji serokên dewletên me re bikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha got: “Em di vê belgeyê de çend prensîp dibînin ku, wekî ku em têdigihin, hemî beşdarên formata çaralî piştgirî lê dikin.

Mebesta min beriya her tiştî pabendbûna neguherbar a serwerî, yekparçeyiya axê, serxwebûn û yekitiya hemû welatên beşdarî civînê nê li ser armanc û prensîbên Peymana Neteweyên Yekbûyî ye.”

Lavrov got: “Divê ev nexşerê bi zelalî helwêstên aliyên peymankar: Sûriye û Tirkiye diyar bike: anku mijarên pêşîn ên ji bo wan, ku di heman demê de çareseriya van pirsgirêkan jî vedihewîne: vegerandina kontrola hikûmeta Sûriyê li seranserê welat; dabînkirina ewlekariya pêbawer a 950 kîlometrên sînorên hevpar bi Tirkiyê re, her wiha ji holê rakirina îhtîmala êrîşên li ser sînor û her wiha pêşîgirtina têketina terorîstan”.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê tekez kir, destpêkirina pêvajoya normalîzekirina Tirkiye-Sûriyê bandoreke erênî li ser rewşa herêmê û tevahiya Rojhilata Navîn dike û weha dom kir: “Destpêkirina proseya asayîkirina Sûriye-Tirkiyê ku her sê welatên garantor ên formata Astana tê de beşdar in, bandoreke erênî ne tenê li ser rewşa derdora Sûriyê, herwiha li ser atmosfera giştî ya li hemû herêma Rojhilata Navîn jî heye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst