Xelkê Rojavayê Kurdistanê: 'Bila dron û balafirên Tirkiyeyê nikaribin li herêmê bifirin'

08-10-2023
RÛDAW
Xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwaze  asmanên herêmê ji balafir û dronên Tirkiyeyê re bên qedexekirin
Xelkê Rojavayê Kurdistanê dixwaze asmanên herêmê ji balafir û dronên Tirkiyeyê re bên qedexekirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Tirkiye Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Rojavayê Kurdistanê ji hêzên Amerîkayê xwest ku li hemberî balafir û dronên Tirkiyeyê qedexeya firînê ragihîne.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê li beramberî binkeya Amerîkayê ya li navçeya Rimêlanê bi mebesta protestokirina êrişên Tirkiyeyê xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşanderan ji hêzên Amerîkayê xwest ku li asmanê navçeyê "rewşa li dijî firîna balafir û dronên Tirkiyeyê" ragihîne.

"Xwîn û jiyana xelkê me ji wan re ne girîng in"

Nişteciyê Girkê Legê Salih Ehmed got, “Amerîkî tenê dixwazin petrol û samanên me yên di bin erdê de bidizin. Qet xwîn û jiyana xelkê me ji wan re ne girîng in.

Em ji Amerîkiyan û civaka navdewletî dixwazin ax û gelê me biparêze yan divê ji vir biçin. Ne me ew anîne vê derê, eger wiha be hebûna wan li vir bê wate ye.

"Amerîka tenê temaşe dike"

Erdogan xelkê me dikuje û hemû jêrxana me nehişt. Xelk bê av, elektrîk û nan maye. Em ji ber Erdogan ranazin, Amerîka tenê temaşe dike."

Berî çend rojan hêzên Amerîka droneke Tirkiyeyê li nêzîkî binkeyeke xwe di navbera Hesekê û Dirbêsiyê de anîbû xwarê.

Xelk jî dipirse, "Amerîka çima dronên ku jêrxan û saziyên xizmetguzariyê dikin armanc nayînê xwarê?"

Li gorî Rêveberiya Xweser, hêzên Tirikiyeyê bi rêya firokeyên şer, dron û topxaneyê 142 pêgehên xizmetguzariyê li navçeyên wê kirine armanc.

Aborînasê Kurd Xorşîd Elîka jî diyar kir ku di encama êrîşên dronên Trikiyeyê wêstgehên petrolê û santralên elektrîk û avê yên xizmetguzariyê li Rojavayê Kurdistanê bi milyonan dolar zerer dîtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst