Dêya 4 zarokan di zîkê pîton de hat dîtin

09-06-2024
RÛDAW
Nîşan Endonezya Pîton Daqurtandin Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda Endonezyayê jineke 50 salî ya dêya 4 zarokan di zikê marê pîton ê 5 metreyî de hat dîtin.

Bûyer roja pênşemê li gundê Kalempangê yê parêzgeha Sulawesiyê ya Endonezyayê qewimî.

Li gorî zanyariyan, jina bi navê Farîda ya dêya 4 zarokan ji bo tiştê xwarinê bifiroşê çûye gundê cîran lê careke din venegeriyaye malê.

Gava ku hevjînê wê Noniyê 55 salî eşyayên wê dîtine ketiye gumanê û yekser xebera gundiyan pê xistiye.

Li ser vê yekê gundiyan dest bi lêgernê kiriye.

Piştî demekê gundiyan marekî pîton ê ku zikê wî mezin e dîtiye.

Gundiyan biryar daye ku zikê pîton biqelêşin û vekin.

Dema ku zikê mar hatiye qelaştin yekser serê Farîdayê hatiye dîtin.

Derket holê ku Farîda tevî cilan bi saxî hatiye daqurtandin.

Di vîdeoya vîdeoya ku ji hêla TMZyê ve hatiye weşandin xuya dike ku zikê marê pîton li devereke daristanî tê qelaştin.

Her çiqasî bûyerên bi vî rengî kêm bin jî li Endonezyayê di van salên dawî de gelek kes ji aliyê pîtonan ve tên daqurtandin.

Par niştecihên navçeya Tinanggeayê ya başûrrojhilatê Sulawesiyê, pîtonekî heşt metreyî kuştibû û di zikê wî de cotkarekî gund hatibû dîtin.

2022yan jî li parêzgeha Jambiyê ya Endonezyayê jinek ji hêla pîhon ve hatibû kuştin û daqurtandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst