Li Amêdiyê termê jinekê hat dîtin

14-05-2024
Nîşan Amêdî Term Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Dêrelûkê ya Amêdiyê cenazeyê jinekê di Çemê Zapê de hat dîtin.

Heta niha nasnameya wê jinê nehatiye eşkerekirin.

Li gorî zanyariyan, jina ku termê hatiye dîtin 30 salî ye.

Rêveberiya Polîsê Dihokê li ser dîtina wî termî daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Dihokê, cenazeyê wê jinê li nava ava Çemê Zapê li nêzîkî Mizgefta Reşaveyiyan a Dêrelûkê hatiye dîtin.

Cenaze li Saziya Tiba Edlî ya Dihokê ye û li ser cenazeyê jinê lêkolînan dest pê kiriye.

Çavkaniyekê ji Saziya Tiba Edlî ya Dihokê ji Rûdawê re got:

“Cenaze ji ber avê têk çûye. Me dest bi lêkolînê kir lê belê me heta niha jî nasnameya wê diyar nekiriye.

Herwiha em nizanin bê ka ew jin çima ketiye avê û çawa canê xwe ji dest daye.”

Li gorî gotina berpirsên Saziya Tiba Edlî, jî ber têkçûna cenaze dê nikaribin di demeke kurt de nasnameya wê eşkere bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst