Li nêzîkî Tunisê du belemên koçberan niqûm bûn û zêdeyî 20 koçber wenda ne

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Tunis Belem Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nêzîkê peravên rojhilatê Tunisê du belemên tejî koçber niqûm bûn û di encam de 27 koçberan canê xwe ji dest dane yan jî wenda ne. Herwiha 53 koçber jî ji aliyê polîsên deryayî yên Tunisê ve hatine rizgarkirin.

Şeva Şemiyê 8ê Nîsana 2023an Berdevkê Dadgeha Bajarê Sefaqis Fewzî Mihemed ji rojnamevanan re got, du belemên koçberan ku ji Tunisê xwestine biçin Îtalyayê û zêdeyî 70 koçber di wan de bûn, niqûm bûne û di encamp de çar koçber xeniqîne û 23ê din jî wenda ne. Ev di demekê de ye ku polîsên deryayî yên Tunisê 53 ji wan koçberan rizgar kirine.

Berdevkê Dadgeha Bajarê Sefaqisê eşkere kiriye ku derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin û armanca wan a serekî desteserkirina qeçaxçiyan e. Daxwaz dike ku organîzatorên çûna bi pêl a wan koçberên di nav beleman de bên dîtin.

Li gor zanyariyên wî berpirsê Tunisî, 37 koçber di yek ji wan beleman de bûn û ya din jî 43 koçber hilgirtibûn, herwiha belem ji çînko hatine çêkirin. Ew berpirsê Tunisî dibêje, qeçaxçî belemên çînko bikar tînin, ji ber ji belemên bi daran tên çêkirin erzantir in.

Ji destpêka meha borî ve, heft bûyerên niqûmbûna belemên koçberan li nêzîkê peravên Tunisê qewimîne û di encam de nêzîka 100 kesan canê xwe ji dest dane yan jî wenda bûne. Peravên rojhilatê Tunisê nêzîka 150 kîlometre dûrî Girava Lampedusa ya Îtalyayê ne û wek rawestgeha yekem a gehiştina koçberan bo nav axa Îtalyayê tê dîtin.

Di sê mehên yekem ên îsal de zêdeyî 14 hezar koçber ji Tunisê çûne nav axa Îtalyayê û li wê derê ji aliyê polîsên sînor ên Îtalyayê ve hatine desteserkirin ku piraniya wan koçberan xelkê welatên Efrîqayê bûn.

Berdevkê Hêza Polîsê Sînorî yê Îtalyayê Husam Cebablî eşkere kiriye ku hejmara wan koçberên ji welatê wan berê xwe dane Îtalyayê di dema sê mehên borî de pênc qat zêde bûye li gor heman dema sala derbasbûyî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst