Li Endonezyayê firokeya rêwiyan ket nav deryayê

09-01-2021
RÛDAW
Nîşan Endonezya Firoke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Endonezyayê firokeye rêwiyan a peywendî pê re hatibû birîn ketiye deryayê.

Wezîrê Gihandinê yê Endonezyayê Budî Karya Sumadi di civîna rojnamevanî de diyar kir ku firokeya 5 xulekan piştî rabûnê pê re têkilî hatî birîn bi 12 karmendên firkokeyê û 50 rêwiyên xwe li nêzîkî Girava Lancang û Lakiyê yên li bakurê welêt ket xwarê. Sumadî got ku li ciyê firoke lê ketiye dest bi xebatên lêgerîn û xilaskirinê kirin.

Rayedarên Ajansa Rizgarkirin û Lêgerînê ya Neteweyî li  Endonezyayê jî diyar kirin ku xebatên li herêmê dewam in, hin parçeyên firokeyê hatine dîtin.

Berdevkê Wezareta Gihandinê Adîta Irawatî jî diyar kiribû ku firoke herî dawîn di saet 14.40î de pê re têkilî danîbûn û ji bo sefera Cakarta-Pontianakê derketibû rê.

Li Endonezyayê firokeya ji cureya Boeing 737 Max 8 a Lîonê ya bi hejmara geşta "JT 610"ê di 29ê Cotmeha 2018an de dema ji Cakartayê diçû Girava Sumatrayê ketibû xwarê di qezayê de 189 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst