Li Danîmarkayê piştî 29 salan kujerê keçeke Kurd diyar bû

08-06-2024
RÛDAW
Li Danîmarkayê piştî 29 salan kujerê keçeke Kurd hat dîtin
Li Danîmarkayê piştî 29 salan kujerê keçeke Kurd hat dîtin
Nîşan Danîmarka Roja Îsmaîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Danîmarkayê piştî 29 salan kujerê keçeke Kurd a bi navê Rojan Îsmaîl diyar bû.

Ev hefte ji bo Kurdên Danîmarka û gelê Danîmarkayê bi giştî taybet bû.

Dosyeyeke kuştinê ku 29 sal e vekirî mabû, ji hêla polîsên Danîmarkayê ve hat girtin.

Rojan Îsmaîl keçikeke heft salî bû ku hezîrana 1995an li bajarê Kopenhagenê li pişt mala xwe kuştî hat dîtin.

Bi dirêjahiya wan salan polîs û medyaya Danîmarkayê digeriyan ku bizanin Rojan çawa hatiye kuştin û kê ew kuştiye.

Êvarekê Rojan ji bo lîstikê derdikeve derve û piştî saet pênc û nîvan êdî nayê dîtin.

Piştî çend saetan cîranek di nava çopê de telîseke plastîk dibîne û gava bêtir lê hûr dibin derdikeve holê ku termê wê zaroka bêguneh tê de ye.

Nivîskar û çalakvanê Kurdên diyasporayê li Danîmarka Denîz Berxwedan mêvanê Diyasporayê bû û ragihand ku Kurdên diyasporayê li Danîmarkayê kêfxweş in bi wê nûçeyê ku polîs kariye kujerê Rojanê eşkere bike.

Denîz Berxwedan da zanîn piştî ku ev nûçe hat belavkirin, ew bi xwe bi yek ji endamên malbata Rojanê re axivî û wan nexwest bi medyayê re li ser vê yekê biaxivin, lê wan jê re gotin ku wan dixwest ku kujer sax bûna û tola keça xwe bi çavên xwe bidîtina.

Navê kujer nehat eşkerekirin

“Polîsan nav û nasnameya kujer eşkere nekir ji ber ku 12 sal in mirîye.

Li gorî qanûna Danîmarkayê mirî nayên darizandin lê polîsan diyar kir ku kujer zilamekî nexweş e ku 29 sal berê destdirêjî li keçeke heft salî kiriye û paşê kuştiye.”

Vê hefteyê, polîsan da zanîn ku wan bi alîkariya teknolojiya nû û berhevdana DNA diyar kir ku zilamekî ku di sala 2012an de miriye ew kar kiriye.

Ji ber vê yekê polîs dibêjin ew dê vê hefteyê dosyeyê bigirin û êdî lêkolînê li ser nekin.

Bavê Rojanê pêşmergeyekî Kurdistanê yê dêrîn bû û ji bajarê Hewlêrê ye û sala 1989an çûye Danîmarkayê û li wir bi jineke biyanî re zewiciye û keçeke wan a bi navê Rojanê çêbûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst