Danîmarka ‘yekbûna malbatê’ hêsantir dike

15-06-2024
Danîmarka ‘yekbûna malbatê’ hêsantir dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Danîmarka ‘yekbûna malbatê’ hêsantir dike / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Danîmarka Yekbûna Malbatê Hêsanî
A+ A-

Almanya (Rûdaw) – Danîmarkayê berê ezmûna rastgirên tundrew ceribandibû lê di hilbijartinên vê carê de jî dengên piraniyê ji partiyên navend û çep re çûn.

Gelek Kurdên ku welatînameya wan a Danîmarkî hebû salên borî çûne welatên din.

Lê vêga ku rewşa Danîmarkayê ji bo mirovên bi eslê xwe biyanî baştir bûye.

Dibe ku bixwazin careke din vegerin wir lê ji ber ku mafê endamên malbata wan tune ku li Danîmarkayê bimînin, nikarin vê yekê bikin.

Ji dawiya vê mehê ve dê karê wan hêsan bibe.

Her kesê ku bixwaze ji bo kar vegere Danîmarkayê dikare mal û zarokên xwe jî bi xwe re bibe.

Merc jî ew e ku divê kesê vegeriyayî karibe bi şehrezatiya ku heye yan di warê zanistî de yan jî di warê aborî de xizmetê ji Danîmarkayê re bike.

Wekî mînak, karibe ajeldariyê bike yan jî lêkolîner be û karekî zanistî yê girîng ji bo Danîmarkayê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst