Danîmarka - Karsazekî Kurd ji bo bi dehan ciwanan derfeta kar diafirîne

02-06-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Gedro Kobanî Karsazên Kurd Danîmarka Kar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazekî Kurd ê ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê li Danîmarkayê derfeta kar ji bo bi dehan ciwanan diafirîne.

Karsazê Kurd ê bi navê Gedro Kobanî li Danîmarkayê xwedî çîrokeke balkêş a serkeftinê ye.

Gedro nebûye 10 sal li Danîmarkayê dijî lê ji bilî xwe bûye çavkaniya debarê ji bo gelek koçberên din jî.

Yek ji karên ku Gedro dike, guhestina Danîmarkiyên bitemen û xwedî pêdiviyên taybet e ji bo cihên ku xizmetên tenduristî û civakî pêşkêş dikin.

Gedroyê ku li Zanîngeha Helebê beşa Fransî qedandiye, piştî şer û aloziyên Sûriyeyê, sala 2011an ji wî welatî bar dike û diçe Libnan û Cezayîrê û piştre li Ewropayê dibe koçber.

Gedro Kobaniyê ku hîn nebûye deh sal li Danîmarkayê dijî, niha karsazekî mezin e û ji bo bi dehan ciwanên din jî ku piraniya wan Kurd in, derfetên kar peyda kirine.

Gedro qala destpêkirina kar dike û dibêje "Destpêkê min bi otomobîleke tenê dest bi kompanyayeke veguhestinê kir û ez bi xwe jî şofêr bûm.

Min bi otomobîla kompanyayê kar dikir lê niha 30 otomobîl û 34 şofêrên min hene."

Şirketa wî ciwan û kalên nexweş vediguhezîne nexweşxane û klînîkan.

Gedro Kobanî ji pêşî ve dema ku hat Danîmarkayê dest bi karê karkerî û wergêriyê kir.

Gedro got, "Ez dixwazim nîşan bidim ku koçber ne tenê bargiranî ne li ser welatên ku diçin wan lê mirovên mîna me jî hene ku zû dibin xwedî karên xwe û dikarin ji bo kesên din jî derfetên kar peyda bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst