Amerîkayê destûr da ku bi qasî 7,4 milyar dolarî çekan bifiroşe Îsraîlê

08-02-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Firotina Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Amerîkayê destûr da ku bi bi qasî 7,4 milyar dolarî çekan bifroşe Îsraîlê.

Li gorî agahdariya ku ji aliyê Ajansa Parastin, Ewlehî û Hevkariyê ya girêdayî Pentagonê ji Kongreyê re hat şandin, Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê destûr daye bi bihayê 7,4 milyar dolarî çekên nû bifiroşe Îsraîlê.

Di nav wan de gelek mûşek, bombe, cebilxane û amûrên pêwendîdar ên leşkerî hene.

Destûrdayîna firotina van çekan ket heman dema serdana Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya Washingtonê.

Ji bo firotina çekan a welatên biyanî ya ku birêvebiriya Amerîkayê destûr daye û agahdariya fermî ji Kongreyê re şandiye, di nav de welatên endamên NATOyê, Koreya Başûr, Awistralya, Japonya, Îsraîl û Zelandaya Nû demeke qanûnî ya 15 rojan heye ji bo îtîrazê.

Di vê demê de eger ji Kongreyê re îtîrazek ji bo astengkirina vê firotinê neyê, pêvajoya destûrê ya firotinê temam dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst