Li zanîngeheke Amerîkayê êrişa çekdarî: Kuştî û birîndar hene

07-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nevada Êrişa Çekdarî Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Zanîngeha Nevada Las Vegasê ya li eyaleta Nevadayê ya Amerîkayê êrişeke çekdarî hat kirin.

Hat ragihandin ku di êrişê de herî kêm 3 kesan canê xwe ji dest daye.

Polîsê Nevadayê di daxuyaniya xwe ya li ser tora civakî Xê de ragihand ku çekdarekî li kampusa Zanîngeha Nevada Las Vegasê gule reşandine û gelek kes hatine gulebarankirin.

Polîsan ragihand ku êrişkar bi gulebarana hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest daye.

Ji xelkê hat xwestin ku ji cihê bûyerê dûr bikevin û biçin cihekî ewle.

Di Festîvala Muzîkê ya Harvestê ya ku sala 2017an hat lidarxistin de, çend kîlometre dûrî kampusa ku êriş lê hat kirin êrişeke çekdarî hatibû kirin û herî kêm 58 kesan canê xwe ji dest dabû û bi sedan kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst