Li Hewlêrê hewla êrişa baregeha Amerîkayê

26-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amerîka Hewlêr Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku êrişa li dijî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Hewlêra hat "şikestin".

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Îraqê ragihand ku wan îro danê êvarî bi dronan êrişî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Hewlêre kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê General Patrick Ryder di civîna çapemeniyê de derbarê êrişê daxuyanî da.

General Patrick Ryder êriş piştrast kir û got:

“Îro li dijî baregeha asmanî ya Hewlêrê ku hêzên me lê ne, hewldana êrîşeke hat kirin lê bi şikestinê bi dawî bû.

Di êrîşê de tu zererên canî çênebûn lê hinek zererên biçûk li binesaziyê bûn. Em dizanin ku ew grûpên milîs ên bi piştevaniya Îranê ne û helbet em Îranê ji van koman berpirsyar dibînin.”

Wekî tê zanîn hêzên Amerîkayê li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê û li Herîrê hene.

Rêxistina Berxwedana Îslamî ya Iraqê diyar nekiriye ku ew êriş li ku derê hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst