Amerîkayê bersiv da gefên Erdogan ên li dijî Yunanistanê

07-09-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Tirkiye Yunanistan Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser gef û daxuyaniyên Erdogan yên li dijî Yunanistanê bertek nîşan da û ragihand, “Serweriya Yunanistanê ya li ser van giravan nayê pirsîn” û diyar kir ku divê rêz li serwerî û yekîtiya axa hemû welatan bê girtin.

Wezareta Derva ya Amerîkayê derbarê gotinên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de ku Yunanistanê bi dagirkirina giravên bêçek ên li Deryaya Egeyê tohmetbar dike û çend caran bi gotina “Dibe ku em şevekê ji nişka ve werin” gef li Athinayê xwaribû, daxuyanî da.

Li gor nûçeya Dengê Amerîkayê (VOA), wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniyeke nivîskî de got, “Serweriya Yunanistanê ya li ser van giravan nayê pirsîn” û da zanîn ku divê rêz li serwerî û yekparçebûna axa hemû welatan bê girtin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Di demekê de ku Rûsya dewleteke Ewropî ya serwer ji nû ve dagîr dike, daxuyaniyên ku dikarin aloziyê di navbera hevalbendên NATOyê de zêde bikin bi taybetî bêkêr in.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê bang li hemû aliyan kir ku ji axaftin û kiryarên ku dibin sedema zêdetirkirina aloziyan dûr bikevin.

Wezaretê herwiha diyar kir, Amerîka hemû endamên NATOyê teşwîq dike ku bi hev re tevbigerin û çareseriyên dîplomatîk bikin û destnîşan kiriye, “Em teşwîqkirina hevalbendên xwe yên NATOyê, Yunanistan û Tirkiyê didomînin ku ji bo parastina aştî û ewlehiyê li herêmê û çareserkirina nakokiyan bi rêyên dîplomatîk bi hev re bixebitin.”

Mijar di rojeva Pentagonê de ye

Di brîfînga çapemeniyê ya rojane ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) de aloziya navbera Yunanistan û Tirkiyê jî hate rojevê.

Berdevkê Pentagonê, Patrick Ryder got, “Tiştê ku ez dikarim ji we re bêjim ev e ku Wezîr Austin di dema bihorî de bi her du wezîrên berevaniyê yên Tirkiye û Yunanistanê re hevdîtin pêk aniye û tekezî li ser berdewamiya hewlên ji bo kêmkirina rageşiya li Egeyê bi rêya diyaloga avaker kiriye.”

Enqere dibêje giravên Egeyê di çarçoveya peymanên 1923 û 1947an de bi şertê ku Yunanistan wan çekdar neke, dane Yunanistanê.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu çendîn caran ragihandiye ku eger Atîna biçekkirina giravan bidomîne, Tirkiye dê dest bi lêpirsîna serweriya Yunanistanê ya li ser van giravan bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst