Endamtiya Swêdê ya NATOyê: Dadgehê biryar da ku kesekî radestî Tirkiyê bike

07-06-2023
RÛDAW
Nîşan Swêd NATO Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Swêdê “di çarçoveya çalakiyên li dijî PKKê” erêkirina radestkirina kesekî ji bo Tirkiyê da ku Tirkiyê ji bo erêkirina endamtiya NATOyê ya Swêdê wek merc diyar kiribû.

Li gor nûçeya Aftonbladetê ya Swêdê, kesê ku dê ji aliyê Swêdê ve radestî Tirkiyê were kirin dê bibe yekem “alîgirê PKKê” ku dê bê radestkirin.

Li Swêdê hikûmet biryara dawî ya li ser daxwaza radestkirinê dide lê eger Dadgeha Bilind berovajî vê biryarê bide, hikûmet biryara radestkirinê nade.

Li gorî nûçeya Aftonbladet, dadgehê biryara radestkirinê hefteya borî dabû ku di heman demê de her du welat li ser serlêdana rawestandina Swêdê ya ji bo endametiya NATOyê gotûbêj kirin.

Li gorî rojnameyê, kesê dê were radestkirin di sala 2014an de li Tirkiyê bi sedema ku çenteyekî tijî madeyên hişbir pê re bûye, 4 sal û 7 meh cezaya girtîgehê lê hatiye birîn.

Kesê ku navê wî nehatiye eşkerekirin 35 salî ye bi şert hat berdan û piştre reviya Swêdê lê di Tebaxa sala borî de piştî ku dozger daxwaz kiribû ku cezaya mayî temam bike, hatibû girtin.

Lê rojnameyê îdia kir ku sedema bingehîn a ku ev kes ji aliyê rayedarên Tirkiyê ve tê xwestin, “peywendiya wî ya bi HDPê re” û “piştgiriya PKKê” ye.

Li gorî nûçeya Aftonbladetê, di biryarê de dadgehê ji dozgerê Tirkiyê pirsî ka derbarê tohmetbar de bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê” yan jî “heqaret li serokomarê Tirkiyê” lêpirsîn an tawanbariyek heye yan na lê dozger ev yek red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst