Jinek madeyên hişbir di vajînayê xwe de vedişêre

07-02-2024
RÛDAW
Nîşan Almanya Madeyên Hişbir Weener Oldenburg
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Oldenburgê yê herêma Saksonyaya Jêrîn a Almanyayê jineke ku di vajînayê xwe de madeyên hişbir veşartibûn hat girtin.

Li gorî nûçeya malpera rojnameya BILDê ya Almanyayê, dewriyeyeke gumrikê li stasyona trênê ya gundê Weenêrê yê navçeya Landkereis Leerê yê herêma Saksonyaya Jêrîn, rêwiyên ku bi trênê ji Holandayê dihatin stasyonê kontrol kir.

Di encama kontrolê de rêwiyeke jin a 31 salî ku di vajînayê (organê cinsî yê jinan/quz) xwe de 145 gram kokaîn û eroîn veşartibûn û zilamekî 51 salî yê ku pê re bû hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Daîreya Gumrukê ya Oldenburgê, jinikê madeyên hişbir ji Holandayê bi xwe re anîne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew jin li xwe mikur hatiye ku wê madeyên hişbir di vajînayê xwe de bi qaçaxî derbas kirine.

Piştî vê yekê hêzên ewlehiyê jinik tavilê rakiriye nexweşxaneya navçeya Leerê û li wir di bin çavdêriya bijîşkî de 2 pakêtên madeyên hişbir tê de bûne ji vajînayê wê hatine derxistin.

Li gorî zanyariyan di wan her du paketan de 145 gram kokaîn û eroîn hebûne.

Herwiha hate ragihandin ku jina 31 salî û zilamê 51 salî hatine girtin.

Li aliyê din Rêveberiya Lêkolînê ya Gumrika Essenê li ser bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst