Almanya (Rûdaw) - Biryar e li Almanya di 13 vê mehê de hilbijartinên Xweguncandinê birêve biçin. Îsal hejmareke zêde ya Kurdan xwe berbijêr kirine û çavê wan li wê yekê ye ku Kurd li Almanya dengê xwe bidin wan.
Dengdana taybet dest pê kiriye û nêzîkî 200 berbijêrên Kurd hene. Li gor amarên ne fermî, zêdetir ji milyonek û 200 hezar Kurd li Almanya dijîn.
Yek ji wan berbijêrên Kurd jî Karwan Xoşnaw e ku xelkê gundê Korê ye li parêzgeha Hewlêrê û wî berî 12 salan sertraşxaneyek bi derfetên gelek ên aborî kirî û ji wê rojê ve jiyana wî guheriye.
Karwan Xoşnaw, kandîdê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê dibêje, “Ji bo min wek xewnekê bû ku bibim xwediyê dukana xwe. Ji bo min asankariyek mezin bû ku vê dukanê mişteriyê xwe hebû.”
Li bajarê Uyizkîrşin, her kes Karwan Xoşnaw nas dikin. Kandîdê Serokatiya Şarevaniya bajar li gel gencê Başûrî behsa hinek mijarên kampeynên helbijartinan dikin; xizmetên zêdetir bo xelkê bajar.
Karwan Xoşnaw dixwaze ji bo vî bajarî, pakî û ciwaniya sirûştê di serê ajandaya şarevaniya nû ya bajar de be, lewma rêzeke mijaran her ji niha ve ji bo karê xwe, eger baweriya dengderan werbigire, berhev kirine.
Karwan Xoşnaw dibêje, “Ev bajar wek bajarê min lê hatiye, jiyana min li vî bajarî ye. Dixwazim tiştên baş bikim bo vî bajarî.”
Ji êş û janên xwe yên kesayetî, Karwan Xoşnaw bo 6 sal e bi berdewamî digel karê xwe yê rojane û malbatî, alîkariyan bo kampên penaberan û hinek pêdiviyên nexweşxaneyan dişîne Başûrê Kurdistanê.
Karwan Xoşnaw dibêje, “Heta niha me hezar û 200 kursiyên nexweşan şandine. Me ji bo Wezareta Tendirustî û kampên koçberan gelek tişt şandine.”
Partya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD), li vî bajarî naskirina xelkê bo Karwab, alîkarî û serkeftina wî ya di birêvebirina komeke kesan ku li rêze sertraşxaneyên wî kar dikin, bi belgekarî bikar aniye û ew ji bo şarevanya Uyizkîrşin kandîd kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse