Amerîka: Me berê penaberên Efxanî nedaye Tirkiyê

05-08-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Penaberên Efxanî Tirkiye Ned Price
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve a Amerîka Ned Price, ragihand ku wan berê penaberên Efxanî nedaye Tirkiyê an welatekî din.

Ned Price di daxuyaniya xwe de got, tu planeke Amerîka nîne ku berê penaberên Efxan bide welatekî sêyemîn weke Tirkiyê û diyar kir ku, handan an jî rênîşandana wan kesên ku ji xwe re li ewlekariyê digerin ne beşekî siyaseta hikûmeta Amerîka ye, wan berê tu kesî nedaye Tirkiyê û tu welatekî din.

Wezareta Derve a Amerîka berê daxuyaniyek belav kir û got, bi hezaran Afxanên ku li gel hêzên wan kar kirine niha di bin metirsiyê de ne û ji ber vê jî ewê wan Efxanan bibin Amerîkayê.

Rayedarekî pilebilind ê Wezareta Derve gotibû, Efxanên ku dikevin ber bernameya çûna Amerîka, divê di dema serlêdanê de ku ji 12 heta 14 mehan dirêj dike, li welatekî sêyemîn bimînin û divê bi derfetên xwe biçin welatê sêyemîn. Her wiha rayedar dabû zanîn ku ew li gel Pakistanê ji bo vekirina sînoran axivî ne û girîng e ku ewên din jî di ser Îranê re derbasî Tirkiyê bibin.

Tirkiyê jî gotibû, Amerîka berî wergirtina vê biryarê bi wan neşêwirî ye û ew qebûl nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst