Dê bihata veşartin, derket holê ku sax e

05-06-2024
Nîşan Amerîka Jin Mirin Zindîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Nebraskayê ya Amerîkayê dema peywirdaran jinek dibir morgê derket holê ku ew jin nemiriye.

Constanze Glantza 74 salî li Nebraskayê li aramxaneyekê dima û hat tesbîtkirin ku miriye.

Peywîrdaran termê jinê veguhast beşa miriyan lê yekî ji wan tê derxist ku Constanze Glantz hîn nefesê distîne.

“Ev tiştekî ecêb e”

Rayedarê polîsên herêma Lancaster Ben Houchin diyar kir ku peywridaran Constanze Glantz veguhastiye nexweşxaneyê û got:

“Ev tiştekî ecêb e, 31 sal in ez vî karî dikim û heta niha tiştekî wiha rû nedaye.”

Polîs Ben Houchin jî diyar kir ku nêteke xerab a peywridarên aramxaneyê nebûye û li holê ti sûc jî nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst