Meleyan serî rakir: ‘Me bihîstiye ku dê jin tevî maratonê bibin’

08-02-2024
Nîşan Maratona Besrayê Mela Jin Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Melayan qebûl nekir ku jin beşdarî maratona li parêzgeha Besrayê ya Îraqê bibin.

Piştî hat ragihandin ku dê jin jî tevî Maratona Besrayê bibin, melayan daxuyaniyek da û got, “Heke jin tevî maratonan bibin dê helwesta me cuda be.”

Hinek siyasetmedarên oldar jî piştgirî da melayan û biryara tevlîbûna jinan hat betalkirin.

Pêşengên dînî li ser mijarê daxuyaniyek da û wan bêyî ku navê wî bidin Parêzgarê Besrayê Esed Îdanî kir hedef.

“Me bihîstiye ku dê jin tevî Maratona Besrayê bibin”

Salih el-Cîzaniyê ku daxuyanî li ser navê melayan xwend, wiha axivî:

“Me bihîstiye ku dê jin tevî Maratona Besrayê bibin.

Ev, bi navê werzişê dûrxistina jinan a ji exlaq û rûmetan e. Bi vî awayî jinan dixin xefk û davikên bêrêyan.”

Salih el-Cîzanî xwest ku biryar careke din were kontrolkirin û berdewam kir:

“Heke ev proje betal nebe dê helwesta me cuda be. Poşmanî bêfêde ye.”

Maratona Besrayê ya ku sê şirketên taybet sponsoriya wê dikin dê sibe (9 Sibat 2024) saet 10:00an dest pê bike.

Parlamenterê grûpa Ehlî Heqê Ehmed Rubaî jî got, “Ev maraton li hemberî gelê Besrayê bêrêzî ye” û bang kir ku tenê mêr beşdarî maratonan bibin.

Parêzgariya Besrayê berê amaje pê kir ku dê maraton li gorî nirxên dînî û kevneşopiyên civakî were lidarxistin û got:

“Beşdar û sazker binpêkirina nirxên olî û kevneşopiyan qebûl nakin.

Sazkerên maratonê dê rê nedin tevgerên li derveyî exlaqê civakê.”

Beşdariya jinan “ji bo sûda civakê” hat betalkirin

Piştî ku bertekên li dijî beşdariya jinan zêde bûn, organîzatoran ragihand ku wan “ji bo sûda civakê” biryarek daye û beşdariya jinan hatiye betalkirin.

Li gorî organîzatoran, di nava 24 saetan de herî kêm 15 hezar kesan ji bo maratonê navê xwe tomar kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst