Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropayê (YE) sala 2024an careke din nêzîkî milyonek serlêdanên penaberiyê wergirt lê ev hejmar bi qasî ji sedî 11 kêmtir e ji sala 2023yan.
Li gorî amarên Ajansa Penaberiyê ya Ewropayê (EUAA) tevî ku serlêdanên penaberên Sûriyeyî kêm bûne jî ew hîn di nava koma herî mezin a ku serlêdana penaberiyê li Ewropayê dike de ne.
Ji aliyê welatan ve jî Almanya ji bo penaberan wekî welatê herî zêde tê tercîhkirin e.
Serlêdanên penaberiyê yên 10 salên dawî
Li gorî rapora EUAAyê, ji sala 2015an ve daxwazên penaberiyê yên li Ewropayê pêl bi pêl bûn.
Hejmara herî zêde ya serlêdanan sala 2015an çêbû û bi giştî milyonek û 315 hezar û 466 kesan serlêdana penaberiyê li welatên Ewropayê kir.
Hejmara herî kêm a serlêdanan jî ji ber pandemiya COVIDê sala 2020an hat tomarkirin ku 461 hezar û 272 kesan daxwaza penaberiyê kiriye.
Hejmara serlêdanên penaberiyê yên 4 salên dawî wiha ne:
2021: 623 hezar û 242 kes
2022: 966 hezar û 107 kes
2023: Milyonek û 143 hezar û 437 kes
2024: Milyonek û 14 hezar û 420 kes
Kêmbûna ji sedî 28 a di serlêdanên penaberên Îraqî de
Di serlêdanên penaberiyê yên welatiyên Îraqê yên ji bo welatên YEyê de kêmbûneke mezin hat dîtin.
Sala 2023yan 26 hezar û 136 Îraqiyan serlêdanan kiriye lê ev hejmar sala 2024an bi qasî ji sedî 28 kêm bû û daket 18 hezar û 661ê.
Ev kêmbûn penaberên Kurd jî dihewîne.
Welatê herî zêde ji aliyê penaberên Îraqî ve hat hilbijartin Almanya bû, di rêza duyan de jî Holenda cih digire.
Ji ber ku rapor tenê 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê dihewîne, amarên li ser Brîtanyayê di nav de nînin.
Kêmbûna ji sedî 16,83yê di serlêdanên penaberên Sûriyeyî de
Di serlêdanên penaberiyê yên Sûriyeyiyan de jî kêmbûneke girîng çêbû.
Sala 2023yan 181 hezar û 269 Sûriyeyiyan serlêdana penaberiyê li welatên Ewropayê kiriye lê ev hejmar sala 2024an bi qasî ji sedî 16,83 kêm bû û daket 150 hezar û 766an.
Sûriyeyî ji sedî 15ê giştî yê serlêdanan pêk tînin.
Kêmbûna ji sedî 50yê di serlêdanên penaberên ji Tirkiyeyê de
Sala 2023yan 100 hezar û 809 welatiyên Tirkiyeyê serlêdana penaberiyê li welatên Ewropayê kiriye lê sala 2024an ev hejmar nîv bi nîv kêm bû û daket 55 hezar û 705an.
Ev jî tê wê wateyê ku serlêdanên penaberan ji Tirkiyeyê bi qasî ji sedî 50 kêm bûne.
Almanya hîn jî welatê herî zêde tê tercîhkirin e
Tevî ku kêmbûn di serlêdanên penaberiyê de heye jî, penaberên li Ewropayê herî zêde Almanyayê tercîh dikin.
Sala 2024an hejmara serlêdanan li Almanyayê 237 hezar û 314 bû.
Ev hejmar ji sedî 23yê hemû serlêdanên penaberiyê yên li Ewropayê pêk tîne.
Hejmara serlêdanan li Almanyayê li gorî sala 2023yan bi qasî ji sedî 29 kêm bûye.
Welatên herî zêde serlêdanên penaberiyê werdigirin
Almanya: 237 hezar û 314 serlêdan. Komên herî zêde serlêdanê dikin Sûriyeyî, Efxan û welatiyên Tirkiyeyê ne.
Spanya: 165 hezar û 767 serlêdan. Komên herî zêde serlêdanê dikin Venezuelayî, Kolombiyayî û Maliyî ne.
Îtalya: 158 hezar û 867 serlêdan. Komên herî zêde serlêdanê dikin Bangladeşî, Perûyî û Pakistanî ne.
Penaberên Îraqî, Sûriyeyî û Tirkiyeyî Almanyayê tercîh dikin
Ji bo penaberên Îraqî, Sûriyeyî û Tirkiyeyî welatê herî zêde serlêdan lê hatiye kirin Almanya bû.
Tevî kêmbûna serlêdanên penaberiyê yên li YEyê bi giştî, Almanya hîn jî di rewşa welatê herî zêde penaberan qebûl dike de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse