Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

07-03-2025
Nîşan Abdullah Ocalan Serlêdan Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbat û wasiyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir.

Mehmet Ocalanê Birayê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo herin cem Ocalan îro serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Malbata Ocalan hevdîtina rûbirû ya herî dawî 3yê Adara 2020î û hevdîtina bi telefonê jî 25ê Adara 2021ê kiribû.

Omer Ocalanê biraziyê Abdullah Ocalan jî 23yê Çiriya Pêşîn a 2024an hevdîtina rûbirû kiribû.

Şandeya DEM Partiyê di çarçoveya “pêvajoya aştiyê” de 3 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir.

Abdullah Ocalan jî 27ê Sibata 2025an xwest PKK çekan deyne û xwe fesix bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst