Ukrayna: Rûsyayê agirbest ragihand

05-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Ukrayna Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji sibe Înê ji demjimêr 12:00an ve li Ukraynayê agirbesteke 36 demjimêrî ragihand.

Koşka Kremlînê îro Pêncşemê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ji ber Cejna Noelê ya Ortodoks ên li Ukraynayê fermana agirbesteke demkî daye Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku agirbest dê 6ê Çileyê 2023an di demjimêr 12:00an de dest pê bike û dê ji bo 36 demjimêran bê

Koşka Kremlînê li ser sedema ragihandina agirbestê jî ragihand, “Ji ber ku hejmareke zêde ya Ortodoksan li deverên şer û pevçûnan hene û ji bo ku xelk di dema Noelê de beşdarî merasîmên olî bibin em bang li aliyê Ukraynayê jî dikin ku agirbestekê ragihîne.”

Serokê Dêra Ortodoks a Rûsyayê Patrîk Kirîl di daxuyaniya ku îro ragihand de, banga agirbestê li Ukraynayê kir ku di Noela Ortodoksan de ku di navbera 6-7ê Çileyê de pêk tê.

Bersiva Ukraynayê ya agirbestê

Şêwirmendê Ofîsa Serokomariya Ukraynayê Mikhail Podolyak banga agirbesta Rûsyayê red kir û got, “Divê Rûsya ji herêmên ku dagir kiriye derkeve, tenê wê demê agirbesteke demkî dê were ragihandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst