Li Filipînê 3 belem qulibîn: Gelek kesan canê xwe ji dest dan

04-08-2019
RÛDAW
Nîşan Fîlîpîn Belem Guimaras Visayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Fîlîpînê di encama qulibîna 3 belemên geştyariyê de, herî kêm 26 kes mirin û 4 kes jî winda ne, herwiha 55 kes jî hatine rizgarkirin.

 

Li herdu gravên Guimaras û Visayan ên Fîlîpînê, 3 belemên neferhilgir ku di navbera wan gravan û bajarê ‎Iloiloyê de sefer dikirin, ji ber bayê bihêz qulibîn. Li gor agahiyan, 26 kesên di nav beleman de canê xwe ji dest dan û 4 ‎kesên din jî heta niha winda ne.

 ‎

Belemên bi navên Chi Chi û Keziah doh qulibîbûn ku 43 rêwing hilgirtibûn. Piştî niqumbûna herdu ‎beleman bi 3 demjimêran, belema din a bi navê Jenny Vince jî qulibî ku 39 nefer hilgirtibûn.

 

Hat ragihandin ku 26 kesên di nav beleman de canê xwe ji dest dane û geştyar jî di nav wan de hene. ‎


Li gor zanyariyan, herwiha 55 kes hatine rizgarkirin û heta niha kar û xebatên bo dîtina 4 kesên winda jî berdewam ‎in.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst