Trên ji rê derket; 5 kes tê de mirin

04-06-2022
RÛDAW
Nîşan Almanya Qezaya Trênê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Bavyera ya Almanyayê di encama qezaya trênê de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 5an û 44 kes jî birîndar bûn.

Roja Înê li herêma Garmisch-Partenkirchen a eyalata Bavyera ya Almanyayê trêneke rêwiyan ji rê derket û di encamê de 44 kes birîndar bûn û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Li gor nûçeya Dengê Almanyayê (Deutsche Welle) Cîgirê Serokê Polîsê Herêmê Frank Hellwig ragihand ku di dema xebatên rakirina enkazên trênê de gihîştine termekî din jî.

Herwiha hat ragihandin ku hejmara birîndaran derketiye 44an, gelek kes hê jî winda ne Wezîrê Navxweyî yê Eyaleta Bayernê Joachim Herrmann jî ragihand ku kesên ku jiyana xwe ji dest dane yên bi temenin û yên ku xizmên wan li wan digerin 7 kes jî wenda ne.

Serokwezîrê Bavyera Markus Soder serdana cihê qezayê kir û qezayê wek “bûyereke aqil qebûl nake” bi nav kir. Herwiha Soder diyar kir ku felaketên wiha her tim şok e û wek "xencera li dil ketiye" ye.

Herwiha hat ragihandin trêna ku di nav de gelek xwendekar jî hebûn çima ji rê derketiye heta niha nehatiye zanîn.

Çi bûbû?

Duh (03.06.2022) hatibû raginadin ku li bajarokê Garmisch-Partenkirchen ê Almanyayê trêneke du qatî ya ku diçû Munîhê ji rê derketibû û di encama qelibandina hin vagonan de herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst