Çîn û Rûsya li dijî biryarnameya Amerîkayê ne

04-06-2022
RÛDAW
Çîn û Rûsya li dijî biryarnameya Amerîkayê ne
Çîn û Rûsya li dijî biryarnameya Amerîkayê ne
Nîşan Çîn Rûsya Amerîka Îran Rêkeftina Etomî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çîn û Rûsya li dijî biryarnameya Amerîka û 3 welatên Ewropî yên di rêkkeftina etomî de ne. Wezaretên Derve yên Çîn û Rûsya gotine, ew ê di civîna Encûmena Dadwerî ya Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî de li dijî biryarnameya rojavayiyan rawestin.

Ew biryarname ji aliyê Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya ve hatiye amadekirin û ji Îranê dixwaze bi temamî pabendî daxwazên ajansa Enerjiya Etomî bibe.

Di civîna vê hefteyê ya Encûmena Dadweriya Ajansê de ew biryarname dikeve dengdanê.

Îranê hişyarî daye ku heger biryarname bê pesendkirin, dê rêya dîplomasiyê asteng bike  û danûstandinên etomî aloz û zehmettir bike.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî: Îran pabendî rêkarên çalakkirna Rêkeftina Etomî nebûye

Di civîna Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî ya Cîhanî  Rafail Grosî û Serokê Rêxistina Etomî ya Îranê Mihemed Îslamî de behsa wan rêkaran hate kirin ku tê daxwazkirin Îran cîbicîh bike bo çalakkirina Rêkeftina Etomî.

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî ya Cîhanî Rafayl Grosî li ser pabendnebûna Îranê got, "Eger Îran hevaheng be, wê demê prose bi başî birêvediçe û dibe rêkeftin negihe Xezîranê bê çalakkirin. Eger Îran nebe hevaheng, ez wek rêveberê giştî ji we re dibêjim, nahêlim ew prose berdewam be."

Di meha Hezîranê de piştî lêkolîna derbarê qebareya Uranyuma meyandî ya Îranê ji aliyê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê ve, beşa duyem a gotinên Grosî nêzîkî cîbicîkirinê ne.

Wê ajansê rapora xwe ya salane derbarê Enerjiya Etomî ya Îranê de belav kiriye. Behsa wê yekê dike ku Îran xwediyê 2 hezar û 882 kîlogram Uranyum e li sê binkeyên cuda yên Etomî ku rêjeya safbûnê ya 33 kîlogram ji wan ji sedî 60e.

Rapor bûye sedema karvedanên Îranê. Berdevkê Wezareta Derve ya wî welatî dibêje, zanyariyên ne rast di wê raporê de hene.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got, "Mixabin ew rapor ne rengvedana gotûbêja rastgo ya di navbera Îranê û Ajansê de ye. Tirs heye guvaşa siyasî ji aliyê Siyonistan li ser hebe û beşek ji wê raporê arasteya siyasî wergirtiye."

Amerîka, Brîtanya, Fransa û Almanya daxwazê ji Îranê dikin pabend be bi rêkar û daxwazên wê ajansê da ku hewlên taybet ên ji bo çalakkirina Rêkeftina Etomî bigihin encamê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price anî ziman, "Em piştrastiyê didin ku me plan hene ku biçin ligel Brîtanya, Fransa û Almanya bo neçarkirina Îranê da ku hevaheng be ligel rêkarên ajansa navdewletî ya Enerjiya Etomê û hevdem hemû metirsiyan birevîne."

Serokwezîrê Îsraîlê jî dibêje, Îranê zanyariyên rast nedane Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê û xwediyê Uranyuma zêdetir e ji beşa ku behsa wê tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst