Misir 30 balafirên Rafale ji Fransayê dikire

04-05-2021
RÛDAW
Nîşan Misir Fransa Firokeyên Rafal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ya Misirê ragihand, Misir û Fransa girêbestek îmze kirine ku li gor wê girêbestê Misir dê 30 balafirên cengî yên pêşkeftî yên ji corê Rafale ji Fransayê bikire.

Wezareta Berevaniya Misirê bi rêya twîtekê piştrast kir, ku jibo kirîna 30 firokeyên Rafal rêkeftin hatiye kirin.

Girêbest di navbera Hêzên çekdarên Misirê û kompaniya Dessault  Aviation ya Fransî de ye û biryar e di nav 10 salan de pêwîstiyên darayî yên wan balafiran bêne peydakirin.

Malpera Disclose ya Fransî ragihandiye, ku buhayê girêbesta firotina firokeyên Rafale bo Misirê derdora 4.5 milyar dolar e.

Li gor zanayriyên wê malperê, girêbest di dawiya meha Nîsana îsal de hatiye amadekirin û tê çaverêkirin di meha Gulanê (vê mehê) de şandeke Misirê serdana Fransayê bike û girêbestê îmze bike.

Malperê amaje bi wê yekê kiriye, ku hikûmeta Fransayê dê %85ê pereyê kirîna firokeyan bide û %15ê din jî dê ji aliyê banka BNP Paribas a Fransî ve bê peydakirin.

Ew pere dê weke deyn bi Misirê bê dayîn û li gor girêbestê, divê Misirê wî pereyî di nava 10 salan de vegerîne Fransayê.

Misir û Fransa sala 2015ê jî, girêbestek ji bo kirîna 24 balafirên Rafal îmze kiribûn û ew firoke radestê artêşa Misirê hatin kirin.

Balafirên Rafal şiyanên wê yên şer bihêz in bi taybetî jibo armancên dûr. Sîstemeke çekdarî ya pêşketî heye û ji ber sîstema wê ya elektronî ya pêşketî, ew balafir dikare hemû erkan bi awayekî baş pêk bîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst