Li Brîtanyayê bavekî Kurd û kurê xwe şewitîn

03-07-2023
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Kurd Nîmet Lawe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Brîtanyayê Kurdek û kurê xwe yê 4 salî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan.

Welatiyê Kurd ê bi navê Nîmet Lawe yê ji Hewlêrê ku ev 20 sal in li li Brîtanyayê dijî, di şewata ku li mala wî ya li bajarê Swanseayê derket de tevî kurê xwe Muhammed ê 4 salî canê xwe ji dest dan.

Hewraz Kakil xizmê Nîmet Lawe di derbarê bûyerê de ji Rûdawê re axivî û got “Şeva Şemiyê demjimêr 12:00an de em hatin agahdarkirin ku li gorî dema Brîtanyayê demjimêr 16:00 êvara Şemiyê 1ê vê mehê Nîmet û kurê wî ji ber agirê ku di mala wan de derketiye şewitîne.”

Hewraz Kakil da zanîn ku Nîmet Lawe bi rêya zewacê çûye Brîtanyayê û 20 sal in li wir dijî û 3 zarokên wî yên bi navê Mihemed, Lara û Lawe hene.

Hewraz Kakil anî ziman ku mala Nîmet du qat e û dema agir bi malê ketiye Nîmet û kurê xwe li qata duyem bûne.

Kakil diyar kir ku heta niha sedema şewatê nehatiye diyarkirin û polîsan jî ti daxuyanî nedane wan û wiha berdewam kir “

Dema ku li qata duyem a malê de agir derketiye, Nîmet di serşokê de bûye. Hevjîn û zarokên wî yên din li qata yekê bûne û agir ferq nekirine.

Piştre, dema ku alavên agir bilind dibin, bi hevjîn û du zarokên xwe yên din re karibûne ji malê derkevin. Lê dema ku pê dihese ku kurê wî Mihemed derneketiye, dîsa dikeve malê. Lêbelê ne ew ne jî kurî wî nikarin ji malê derkevin û di şewatê de canê xwe ji dest didin.”

Hewraz Kakil, anî ziman ku dayik û 2 zarokên wê li nexweşxaneyê tên dermankirin û rewşa wan a tenduristiyê nebaş e û got “Cenazeyê Nîmet û kurê wî dê bînin Hewlêrê û li vir bên veşartin. Lêbelê, tê gotin ku pêvajoya cenaze herî kêm 10 rojan berdewam bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst