Îro Trump tê dadgehkirin

04-04-2023
RÛDAW
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Donald Trump Dadgehkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump îro li dadgeha Manhatan a New Yorkê dê bê dadgehkirin.

Biryar e îro Sêşemê ji ber ew tohmetên ku bo wî tên arastekirrin biçe pêşberî dadwer.

Joy Takupina parêzerê Donald Trump got "Ew xwe bo şer amade dike. Ev tişteke ku di  baweriya me de cezayekî siyasî ye. Bi nêrîna min xelk li herdû bereyan dizanin ev yek xirab bikaranîna desthilatê ye. Em amade ne bo vî şerî.”

Heftiya borî, li dadgeheke navçeya Manhatan a Newyorkê, Trump bi fermî bi wê yekê hate tohmetbarkirin ku di sala 2016an de bertîl daye Stormî Danyals ku  stêrkekê pornoyê ye,  daku peywendiyên nihênî yên di navbera wan de bo raya giştî eşkere neke.

Trump ji bilî keysa wê stêrka pornoyê bi 30 tohmetên din yên sextekariya bazirganî jî hatiye tohmetbarkirin. Lê wan tohmetan red dike.

Dadgehkirina Trump bo beşeke xelkê Amerîkayê  cihê dilxweşiyê ye. Bo beşeke din jî cihê nîgeraniyê.

Welatî Nancy Andirus dibêje "Bi nêrîna min niha diyar dibe ku sînor bo tiştan nîne. Ev derdixe ku kes di ser yasayê re nîne. Trump digot ku ew dikare kesek li navenda bajêr bikuje û xwe jî derbas bike.”

Alîgira Trump Nancy Skotis ragihand "Ev tenê beşeke fend û fêlên siyasî ye. Lê gelek bihêz e. Donald Trump bihêz e û ew serokê me yê siberojê ye.

Trump ku biryar e roja Sêşemê demjimêr 8.15 xulekên êvarî bi dema navxwe (3: 15 xulekên sibeha roja Çarşemê bi dema Hewlêrê) gotarekê pêşkêş bike. Rêkarên yasayî yên li dijî xwe jî wek “Kampanyayeke   Reşkirinê” û “çewisandina siyasî” bi nav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst