Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron îro li Parîsê dicivin

03-11-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Emmanuel Macron Parîs Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron îro li Parîsê dicivin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh gihişt Parîsa paytexta Fransayê.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Emmanuel Macron çûye Parîsê.

Li gorî daxuyaniyê, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dê îro li Koşka Elyseeyê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî bike.

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê re dicive.

Li gorî daxuyaniya Koşka Elyseeyê, dê civîn bi dema Parîsê saet 11:00an (bi dema Herêma Kurdistanê saet 13:00) pêk were.

Tê pêşbînîkirin ku di civînê de ev babet bên gotûbêjkirin:

- Şerê DAIŞê

- Ewlehiya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên li Îraqê

- Reformên Pêşmergeyan û rola Fransayê ya di van reforman de

- Pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û talebên Fransayê yên ji bo çareseriya pirsgirêkan

- Petrol û gaz

- Guvaşa Îraqê û helwesta Fransayê ya di mijara hinartina Petrola Kurdistanê de

- Ewlehiya hêzên Fransayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê

Di navbera Parîs û Hewlêrê de pêwendiyên bihêz hene û ev çend car in ku Serokê Herêma Kurdistanê diçe Fransayê û bi Serokkomarê Fransayê re dicive.

Fransayê heta niha di gelek qonaxan de piştgirî daye Kurdan.

Van salên dawiyê jî pêwendiyên Parîs û Hewlêrê bi berdewamî bihêz dibin.

Piştî referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an, ji aliyê Hikûmeta Îraqê û welatên  herêmê ve li ser Herêma Kurdistanê zexteke mezin çêbû.

Fransayê li hemberî van zextan tekezî li ser parastina pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst