HILBIJARTINÊN FRANSAYÊ – Rastgir li pêş in

30-06-2024
Nîşan Hilbijartin Fransa Rastgir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Fransayê gera yekem a hilbijartinên parlamentoyê hat kirin û li gorî encamên destpêkê rastgir bi rêjeya ji sedî 34an li pêş in.

Hilbijartinan saet 08:00an dest pê kir. Li bajarên mezin ên wekî Nice, Marsilya û Parisê saet 20:00î û li deverên din ên Fransayê saet 18:00an temam bûn.

Li gorî encamên destpêkê, Yekîtiya Neteweyî (RN) ku partiyeke rastgir e bi rêjeya ji sedî 34an li pêş e.

Tifaqa Nû ya Eniya Gel ku ji partiyên çepgir û jîngehparêz pêk tê bi rêjeya ji sedî 28 di rêza duyem de ye.

Tifaqa “Ji Bo Komarê Hemû bi Hev re” ya ku ji aliyê Serokê Fransayê Emmanuel Macron ve hatiye avakirin bi rêjeya je sedî 20î di rêza sêyem de ye.

Partiya Navendî ya Komariyan (LR) û hevalbendên wê jî heta niha ji sedî 10ê dengan standine.

Li hêla din, rêjeya beşdariyê ji sedî 67,5 e.

Nifûsa Fransayê nêzikî 68 milyon û 400 hezarî ye û mafê dengdanê yê 48 milyon û 752 hezar kesan heye.

Li Parlamentoya Fransayê 577 kursî hene.

Eger di gera yekê de li her herêma hilbijartinê ti namzed ji sedî 50ê dengan nestîne 2 namzedên ku herî zêde deng standine dê biçin gera duyem a hilbijartinan.

Gera duyem a hilbijartinên Parlamentoya Fransayê jî dê 7ê Tîrmehê were kirin.

Tê pêşbînîkirin ku cara yekem partiyeke rast a tundrew bibe desthilat û ji ber vê yekê jî ev hilbijartinên Fransayê ji hemû hilbijartinên berê cudatir in.

Partiyên rastgir dibêjin ku nabe Fransa ew qasî di bin bandora NATO û Yekîtiya Ewropayê de be.

Yek ji armancên rastgiran ew e ku wekî nimûmenya Brîtanyayê (Brexit) Fransayê bi referandûmê ji Yekîtiya Ewropayê (Frexit) derxin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst