‘Em baş dizanin rêveberiya Tirkiyeyê çi dike’

28-02-2024
Nîşan Rêveberiya Xweser Civîn Ewlehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civîna xwe ya salane li dar xist.

Di civînê hat ragihandin ku ji bo plana vê salê “belgekirina êrişên Tirkiyeyê” û “têkoşîna bi gefên derveyî û navxweyî re” ye.

"Em baş dizanin rêveberiya Tirkiyeyê çi dike"

Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman li ser armancên civînê got:

“Zehmetiyên ku tên pêşiya Rêveberiya Xweser hatin gotûbêjkirin û em baş dizanin rêveberiya Tirkiyeyê çi dike.

Herwiha hîn jî şaneyên veşartî hene ku ji bo Rêxistina DAIŞê ya terorîst dixebitin.

Rewşa ewlehiyê ya sala 2023yan jî hat gotûbêjkirin û giranî li ser berdewamî û piştgiriya ewlehiyê bû.

Têkoşîna dezgehên ewlehiyê û hêzên leşkerî ya li dijî gef û metirsiyên li ser Rêveberiya Xweser hat gotûbêjkirin.”

Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser di plana xwe ya sala 2024an de bal kişand ser metirsiyên li ser Rêveberiya Xweser û awayê têkoşîn û rûbirûbûna bi wan metirsiyan re.

“Metirsî hatin guftûgokirin”

Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabriyel Şemûn jî wiha behsa naveroka civînê kir:

“Gotûbêj derbarê metirsiyên li ser Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn.

Metirsiyên li herêmê, aloziyên li Rojhilata Navîn û cîhanê jî hatin guftûgokirin.”

Tirkiyeyê ji 5ê Çiriya Pêşîna 2023yan heta Kanûna Paşîna 2024an bi êrişên xwe xisareke gelekî mezin gihand jêrxana Rojavayê Kurdistanê û saziyên sivîl ên xizmetguzariyê.

Tirkiyeyê bi taybetî stasyonên karebayê, depoyên avê û bîrên petrolê kirin hedef.

Herwiha gelek cihên sivîl ên wekî çapxaneyên pirtûkan jî bûn armanca êrişên Tirkiyeyê.

Rêveberiya Xweser di civîna xwe de diyar kir ku ew dê meyla xwe bidin nûkirina van cihên ku di êrişên Tirkiyeyê de xisar gihiştiye wan û giraniyê bidin pêşkêşkirina xizmetan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst