Polîsan rê neda ku Ayşegul Dogan here Parîsê

03-06-2024
Nîşan Ayşegul Dogan DEM Partî Parîs Qedexe Çûna Derveyî Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha Stenbolê bi hinceta ku “qedexeya wê ya derketina derve heye” rê nehat dayîn Berdevka DEM Partiyê Ayşgul Dogan here Parîsê.

Berdevka DEM Partiyê û Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Ayşegul Dogan şeva borî ji bo ku li Parîsê beşdarî civîna Meclîsa Parlamenteran a Komîsyona Ewropayê bibe çû Balafirgeha Stenbolê.

Balafir demjimêr 19:45an radibû û Dogan demjimêr 18:00an gihişt balafirgehê.

Ayşegul Doganê hemû prosedurên pêwîst qedandin lê beriya ku balafir rabe bi 10 xulekan polîsan biryareke dadgehê nîşanî da û jê re got ku ew nikare here derveyî Tirkiyeyê.

Berê qedexeya wê ya çûna derveyî Tirkiyeyê hebû lê piştî ku ew bû parlamenter ev qedexe rabûbû.

Ayşegul Doganê ev yek ji hêzên ewlehiyê re got lê wan dîsa jî destûr nedayê.

“Divê Serokê parlamentoyê bi xwe zelal bike”

Ayşegul Doganê piştî vê yekê ragihand ku rêwîtiya wê hatiye astengkirin û anî zimên:

"Divê Serokê parlamentoyê bi xwe zelal bike ka çima ez wekî endameke parlamentoyê û parlamenterekê beşdarî civîna li Parîsê nebûme."

Hatibû plankirin ku Berdevka DEM Partiyê di navbera 3-4ê Hezîranê de li Parîsê beşdarî civîna Meclîsa Parlamenteran a Komîsyona Ewropayê bibe.

Dê Parlamenterên AK Partiyê Sevan Sivacigolu û Mustafa Canbey, Parlamentera CHPyê Gokçe Gokçen û Parlamenterê Partiya Saadetê Kanî Torun jî beşdarî civînê bibûna.

Ayşegul Dogan berê rojnameger bû û ji ber şopandina çend nûçeyên li ser Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) derbarê wê doz hatibû vekirin.

Piştî ku di hilbijartinên giştî yên sala borî de bûbû parlamenter darizandina wê hatibû rawestandin û qedexeya wê ya derketina derve jî hatibû rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst