Konseya Ewropa ji endaman daxwaz dike ku hemwelatiyên xwe ji Suriyê vegerînin

03-07-2021
RÛDAW
Nîşan Dunja Mijatovic Konseya Ewropa Kampa Holê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirovan dibêje, ku rewşa girtiyên DAIŞê li kampa Holê ya Bakurê Rojavayê Sûriyê gelek xerabe û daxwazê ji welatên Ewropî dike, ku welatiyên xwe vegerînin.

Komisyona Encûmena Ewropa ya Mafên Mirovan ragihand, ku rewşa ewlekarî û tendirustî ya xerab li kampa Holê, jiyana wlatiyên 47 welatên endamên komisyonê dixe bin metirsiyê.

Komisyonera Encûmena Ewropa ji bo Mafên Mirovan Dunja Mijatovic got, ku derxistina zarokên biyanî ji kampan, karekî destpêkî û neçarî ye, û divê dayikên wan jî li gel wan bêne derxistin.

Beriya niha jî Berpirsê Navenda peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Ebdulkerîm Umer daxwaza hevkariyê ji civaka navdewletî kiribû, ku çend navendên taybet li Rojavayê Kurdistanê, û navçeyên di bin kontirola Rêveberiya Xweser de ava bikin, û zarokên çekdarên DAIŞê yên ku li kampa Holê dimînin, tê de bicîh bikin, û perewerde bikin, heta ku dûbare ji bo nav civakê bên vegerandin.

Nêzîkî 64 Hezar endamên malbatên DAIŞê li kampa Holê dimînin, beşekî zêde ji welatên Ewropî red dikin, ku walatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne vegerînin.

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst