Elî Îso: DAIŞê li Kampa Holê dewletek ava kiriye

11-09-2024
RÛDAW
Dilbixwîn Dara \ Elî Îso: Wêne û vîdeo: Rûdaw
Dilbixwîn Dara \ Elî Îso: Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan DAIŞ Kampa Holê Neteweyên Yekbûyî (NY)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) keç û jinên Kurdên Êzidî li Kampa Holê bi endamên malbatên DAIŞê re dimînin.

Birêvebirê Saziya Êzidîna Elî Îso diyar kir ku DAIŞê li Kampa Holê sîstemek ava kiriye û jin û keçên Kurdên Êzidî ji tirsan newêrin nasnameya xwe eşkere bikin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) 30 hezar zarok li kampên Hol û Rojê yên di destê HSDyê de ne dimînin.

NYyê li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê raporeke nû belav kir.

Di raporê de amarên gelekî balkêş li ser rewşaSûriye û Rojavayê Kurdistanê hene.

Rapor ji aliyê raporterê NYyê Lynn Welchman ve hatiye amadekirin.

Li gorî raporê artêşa Tirkiyeyê gelek caran operasyon li dijî bingehên leşkerî yên HSDyê pêk anîne.

Ji ber wan operasyonan hejmareke zêde ya avahiyên bijîşkî, wêstgehên elektrîkê yên li Swêdiyê û Hesekê hilweşiyane.

Vê yekê jî bandor li ser gihiştina av û sotemeniyê kiriye û bêhtirî milyonek kes ji av, sotemenî û xizmetguzariyên sereke bê par mane.

Neteweyên Yekbûyî (NY) êrişên Tirkiyeyê neyasayî dibîne.

Di beşeke din a raporê de hatiye eşkerekirin ku hîn nêzîkî 30 hezar zarokên malbatên DAIŞê li cem HSDyê ne û li kampên Hol û Rojê dimînin.

Li gorî raporê rewşa zarokan gelekî xirab e.

Di raporê de behsa Kurdên Êzidî yên di destê DAIŞê de jî hat kirin û wiha hat gotin:

"Tiştekî xerîb e ku jin, keç û kurên Êzidî yên ji komkujiya Êzidiyan û tawanên DAIŞê rizgar bûne zêdetirî 5 salan e li tenişta kesên ku zilm li wan kirine li nava Kampa Holê dimînin.”

Lynn Welchman di rapora xwe de behsa wê yekê dike ku Sûriye ber bi krîzeke mirovî ve diçe û dibe ku ji bin kontrolê derkeve.

Birêvebirê Saziya Êzidîna Elî Îso li ser rewşa Kurdên Êzidî yên ku li Kampa Holê ne û nikarin nasnameya xwe eşkere bikin ji Rûdawê re axivî.

Elî Îso amaje bi wê yekê kir ku di êrişa DAIŞê ya li Şingalê de 6 hezar jin û keç û kurên Kurdên Êzidî hatin qetilkirin.

“Kurdên Êzidî li Kampa Holê hene”

Elî Îso behsa Êzidiyên bêserûşûn jî kir û wiha berdewam kir:

“Amarên dawî yên keç û jinên Kurdên Êzidî yên ku DAIŞê revandine û hatine rizgarkirin di destê saziyên Herêma Kurdistanê de hene.

Li gorî amarên saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê 2 hezar 700 kes winda ne û aqûbeta wan nayê zanîn.

Gotinek heye dibêjin, DAIŞ li Îraqê nema ye, ev rastiyek e ku DAIŞ li Îraqê nemaye û Kurdên Êzidî ji Îraqê birin Sûriyeyê.

DAIŞ niha li Kampa Holê ye, li wir e çêdibe keç û jinên Êzidî jî li nava wan bin?"

“DAIŞê li Kampa Holê dewletek ava kiriye”

Elî Îso diyar kir ku DAIŞê li Kampa Holê sîstemek li dijî jin û keçan ava kiriye û wiha got:

"Gelek sedem hene ku ew newêrin nasnameya xwe diyar bikin.

Êşên ku wan dîtine bûne sedem ku civaka Kurdên me yên Êzidî nasnameya xwe winda bikin.

Belkî gelek kesan navê xwe ji bîr kirine, dema DAIŞê ew revandin navê wan guherandin.

DAIŞê nasnameyên wan dizîn.

Ez dê tenê mînakekê bidim, dema DAIŞ nû hatibû me vîdeoyên wan ên serjêkirin û kuştina însanan didît, em diketin çi derûniyeke xirab û em ditirsiyan.

Me nikaribû bi çavên xwe vîdeo bidîtana.

Bifikirin zarokên 14-15 salî keçên 14-15 salî van tiştan ne bi rêya vîdeoyan bi çavên serê xwe dîtine.

Îcar ne carekê û 2 caran rojane ew tişt li pêş çavên xwe didîtin.

Ew kes piştî 4-5 salan dê navê xwe jî ji bîr bike, dê zimanê xwe jî ji bîr bike.

DAIŞ li Kampa Holê jî wekî dewletekê ye, sîstemeke wan heye û kontroleke wan a mezin li ser zarok û jinan heye.

Ew derfeta jinan nîne derkevin û bibêjin, em Êzidî ne.

Dîsa dibêjim ew derfeta keçikan û zarokan nîne ku xwe eşkere bikin bînin bîra xwe ku Êzidî ne.

Gelek rêyên din hene ku em keç û jinên Êzidî yên winda rizgar bikin."

“DAIŞê êrişî Êzidiyên Efrînê jî kir”

Elî Îso di berdewamiya axaftina xwe de behsa êrişa DAIŞê ya li ser Kurdên Efrînê jî kir û wiha got:

“Wekî Saziya Êzidîna gelek rapor û belge li ber destê me hene ku endamên DAIŞê tevlî rêxistinên mixalefeta Sûriyeyê bûne.

Endamên DAIŞê yên tevlî mixafeta Sûriyeyê bûne êrişî Kurdên me yên Êzidî yên li Efrînê kirine.

Lê heta niha ti belge di destên me de nînin ku DAIŞê Kurdên Êzidî birîne Idlibê û Efrînê lê dûr nîne ew tişt jî kiribin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst