Jineke Îtalî û 2 zarokên wê ji Kampa Holê reviyan

27-04-2024
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Jineke Îtalî ku hevjîna emîrekî DAIŞê bû û 2 zarokên xwe ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê reviyan.

Hevserokê Rêveberê Kampa Holê Xurşîd Qiro ragihand ku nayê zanîn ka çûne kû derê.

Bi gotina Xurşîd Qiro, ew jin li beşa koçberên jin bi rêya xebatkarên ku li Nexweşxaneya Xaça Sor kar dikin reviyaye.

Xurşîd Qiro eşkere kir ku ew hevjîna emîrekî DAIŞê bûye lê ti zanyariyeke din li ser awayê rev û cihê ku çûyê neda.

Kampa Holê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

55 hezar kes li vê kampê dimînin û piraniya wan jin û zarokên DAIŞiyan in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst