NY: Em dê alîkariyên mirovî pêşkeşî xelkê Efxanistanê bikin

02-09-2021
Neteweyên Yekbûyî dibêje pêwîstiya xelkê Efxanistanê bi alîkariyên mirovî heye
Neteweyên Yekbûyî dibêje pêwîstiya xelkê Efxanistanê bi alîkariyên mirovî heye
Nîşan Efxanistan Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Netewên Yekbûyî dibêje, pêwîstiya 18 milyon welatiyên Efxanistanî ku dike nîvê xelkê wî welatî bi sedema şer û aloziyan bi alîkariyan heye, ji ber wê yekê jî ew dê piştî vekişandina hêzên Amerîka û hevpeymanên wê, li wî welatî bimînin.

Piştî vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê, Neteweyên Yekbûyî û Xaça Sor a Navdewletî dibêjin, ew li Efxanistanê dimînin, ji bo ku alîkariyên mirovî pêşkêşî xelkên Efxanistanê bikin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, 18 milyon Efxan, ku dike nîvê nişteciyên wî welatî, bi sedema şer û krîzên aborî, pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye, û nîvê zarokên wî welatî tûşî bedxwarinê bûne.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihan ku, Neteweyên Yekbûyî bi mana li wî welatê pabend e û operasyonên dabînkirina kelûpelên bijîşkî û mirovî û kelûpelên din berdewam dibin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got: “Alîkarên me yên mirovî li Efganistanê, ji me re dibêjin, di demekê de, ku leşkeran ew li cih hiştin, Neteweyên Yekbûyî bi mana li wî welatê pabend e. Operasyonên dabînkirina kelûpelên bijîşkî û mirovî û kelûpelên din berdewam dibin, lê pêwîstiya me bi çavkaniyên bêhtir heye.”

Neteweyên Yekbûyî dibêje, ji destpêka îsal ve, alîkariyên mirovî dane 8 milyon kesî, li Efxanistanê.

Programa Xorakê ya Cîhanî jî dibêje, bi mebesta dabînkirina xorakê ji bo xelkên hejar ên Efxanistanê, pêwîstiya wan bi 200 milyon dolarî heye.

Rêxistina Xaça Sor a Navdewletî jî, ku alîkariyên bijîşkî pêşkêş dike, bi heman awayî biryar daye, li Efxanistanê bimîne, da ku çareseriya bişîkî ji bo birîndaran, tûşbûyên coronayê û nexweşên din dabîn bike.

Serokê Xaça Sor a Navdewletî Francesco Rocca jî dibêje: “Danûstandinên me yên berdewam ligel Talibanê hene. Di dema borî de jî danûstandinên me hebûn, ji ber ku hûn dizanin ku Taliban berî gihiştina wan bi Kabulê, çend navçe kontrol kiribûn, lewma bi rêya klînîkên xwe yên mezin me li wan navçeyan kar dikir. 24 klînîkên me yên mezin, li seranserî welat hebûn, herhiwa sê binkeyên me yên tendirustî yên din jî li Efxanistanê hene.”

Xaça Sor a Navdewletî, ji sala 1988an ve, li Kabulê dest bi programekê kiriye, ji bo alîkarîkirina wan kesên ku dest û lingên xwe, bi sedema şer, ji dest dane.

Ji wê demê ve, li gorî wê rêxistinê, 210 xwedî pêdawîstiyên taybet navên xwe di wê programê de tomar kirine û salane 150 hezar ji wan alîkariyên mirovî ji wê rêxistinê werdigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst