Amerîka - 8 milyon welatî dê cara yekem deng bidin

02-11-2024
RÛDAW
Hemwelatiyên nû yên Amerîkayê \ Wêne: AP
Hemwelatiyên nû yên Amerîkayê \ Wêne: AP
Nîşan Kamala Haris Donald Trump Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Partiya Komarî Partiya Demokratan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 3 rojê din dê xelkê Amerîkayê biçin ser sindoqan û ji bo hilbijartina serokê nû dê dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên îsal ên Serokatiya Amerîkayê de dê 8 milyon kes cara yekem dengê xwe bidin.

Florain Turkan hevwelatiya nû ya Amerîkayê ye û ew li ser dengdanê wiha dibêje:

"Ji bo min hilbijartin gelekî girîng e. Îro ji bo dengdanê roja dawî ya xwe nav nivîsandinê ye.

Ji ber wê ez niha diçim dengê xwe tomar dikim û dê biçim dengê xwe bidim."

Rikeberiya hilbijartinan di navbera namzedên Demokratan û Komariyan de tundtir dibe.

Real Clear Politics: Trump li pêş e

Li gorî rapirsiya Real Clear Politicsê namzedê Komariyan Donald Trump bi rêjeya ji sedî 0,8 li pêş namzeda Demokratan Kamala Haris e.

Welatiyê Amerîkayê yê bi navê Dennis Beer jî eşkere kir ku ew xwe nêzîkî Demokratan dibîne dû dê dengê xwe bide namzedê Demokratan.

Welatiyê bi navê De Lopes Dal jî wiha got:

"Ez hewl didim deng bidim ji ber ku îro roja dawî ya xwe tomarkirinê ye û ez dixwazim dengê xwe bidim Donald Trump.

Ji ber ku min dît ku Demokrat çawa hatine guhertin û ez ji wan ditirsim û êdî piştgiriyê nadim."

Rikeberiya hilbijartinan bi tundî berdewam dike û tê çaverêkirin rêjeya beşdariya hilbijartinan îsal ji ya hilbijartinên 4 sal berê zêdetir be.

Rêjeya beşdariya beriya 4 salan ji sedî 66 bû.

Di dengdana pêşwext de heta niha zêdetirî 66 mîlyon Amerîkiyan dengên xwe dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst