Îrlanda: Di bûyereke trafîkê de keçeke Kurd canê xwe ji dest da

02-08-2023
Hisên Omer
Nîşan Îrlanda Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li welatê Îrlandayê di bûyereke trafîkê de keçeke Kurd canê xwe ji dest da.

Navê vê keça ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê Dilava Mihemed e û xwişka wê jî bi giranî birîndar e.

Celal Reşîd ê ku apê Dilava Mihemedê ye ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku Dilava bi xwişka xwe û hevaleke xwe re diçû ahenga derçûnê ya xwişka xwe Evîn Mihemed.

Celal Reşîd diyar kir ku wan di rê de qeza kiriye û di encamê de Dilava Mihemeda 16 salî û hevala xwe ya Îrlandî canê xwe ji dest daye û xwişka wê Evîn Mihemed jî birîndar bûye.

Apê Dilavayê anî ziman ku malbata wê ji gundê Dela Serê yê nahyeya Mabatayê ye û li bajarê Kolnesê yê Îrlandayê penaber e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst