Amerîka: Em bi vekişandina Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê dilgiranin

02-07-2021
RÛDAW
Nîşan Ned Price Amerîka Tirkiye Peymana Stenbolê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve yê Amarîkayê Ned Price got, "Vekişîna Tirkîyê ji Peymana Stenbolê digiraniyek mezin çêkir. Vekişandina ji Peymanê ji bo hewildanên navneteweyî û ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan jî gavek paşde ye."

Tirkiye duh bi fermî ji Peymana Stenbolê vekişîya. Bi hezaran jin ji bo vê biryarê protesto bikin li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwepêşandan lidarxistin. Polîs jî di heman demê de li gelek cihan bi tundî mudaxale kir û bi dehan jin hatin desteserkirin.

Biryara Tirkiyeyê ya vekişîna ji peymanê di heman demê de rastî berteka civaka navneteweyî jî hat. Amerîka di nav wan welatan de ye ku bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê  Ned Price di derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da û tê de wiha dibêje “Vekişîna Tirkîyê ji Peymana Stenbolê dilşikestiyeke mezin çêkir. Vekişandina ji Peymanê ji bo hewildanên navneteweyî û ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan jî gavek paşde ye.”

Herwiha Price got “Em bang li hemû dewletan dikin ku pêşî li her cûreyên tundiya li ser bingeha zayendî bigirin û bersiva xwe ya li dijî wê xurt bikin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst