Hêviya Efxanan piştî vekişîna hêzên biyanî jiyaneke xweş e

01-09-2021
RÛDAW
Xelkê Efxanistanê dibêje ku ew hikûmetekê dixwazinku rê li ber êrşan bigire
Xelkê Efxanistanê dibêje ku ew hikûmetekê dixwazinku rê li ber êrşan bigire
Nîşan Efxanistan Kabul Taliban
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vekişandina Amerîka ji Efxanistanê xelkê wî welatî ji egera karîna Talîban bo başkirina jiyanê û rêveberina welat dûdilin. welatiyekî Efxan dibêje ku ew hikûmetekê dixwazin ku rê li êrîş û tiştên wiha bigre, asayîşê biparêze , gendelî û bêkariyê nehêle.

Yekem roja piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ye ji Efxanistanê, jiyan di bin sîbera hikumraniya Talibanê de normal dixuye, lê pirsyarek li ba gelek Efxanan çêbûye, gelo Taliban dikare welat birêve bibe û jiyana xelkê xwe bike? Ev daxwaza îro ya Efxaniyan e.

Li nav Kabulê bi xwe hêj hinek kes hene bi azadî diaxifin û ji vekişîna hêzên biyanî nîgeran in û dibêjin bi çûna Amerîka aramiyê jî diçe.

Niştecihê Kabulê Ehmed dibêje: “Em hikûmetekê dixwazin rê li êrîş û tiştên wiha bigre, aramî û asayîşê bîne û xelkê ji wê derdeserî, gendelî û bêkariyê rizgar bike. Jiyana xelkê vegere û xelk vegarin ser karên xwe."

Piştî vekişîna hêzên biyanî ji Efxanistanê, ti hinceteke Talibanê bo pêkanîna hikûmetê nemaye. Xelkê Efxanistanê plan û bernameyê jiyana xwe li ser sozên Talibanê danîne ku dibêje, mafê hemû kesekî nav civakê li gor şerîeta Îslamê dibe.

Xelkê Kabulê  Beşîr Ehmed jî got: “Em dixwazin hikûmeta me ya Îslamî heta zû ye kabîneya xwe pêk bînin. Hikûmeta Îslamî li Efxanistanê dest bi kar dike. Bo wêya bikaribe wê nearamiyê nehêle."

Li nav Kabulê bi xwe hê hinek kes hene bi azadî diaxifin û ji vekişîna hêzên biyanî nîgeran in.

Niştecihê Kabulê Feradîn jî got: “Bi nerîna min çûna Amerîkiyan ji Efxanistanê nayê qebûlkirin. Ji ber eger Efxanistanê bicîh bihêlin, nearamî li welat zêde dibe.”

Şeva borî Amerîkayê mohra dawî li şerê 20 salan ê Efxanistanê da û serbazê xwe yê herî dawî ji wî welatî vekişand. Ligel vekişîna wan, çekdarên Talîbanê bi cil û bergên serbazî rijiyan nav firokexaneyê, lê dîtin ku Amerîkayê yek firoke bi saxî bo wan bicîh nehiştiye.

Lê Talîban piştî 20 sal şerê dijî hêzên biyanî û artêşa Efxanistanê, vê carê berê lûleyên tivingên xwe dan esman û bi helkefta vekişîna leşkerê dawî yê Amerîkayê ji Afxanîstanê teqeyên kêfxweşiyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst