Antony Blinken: Em dê li Sûriyê ji bo alikariyên mirovî rêyan vekin

01-04-2021
RÛDAW
Antony Blinken: Em li Sûriyê ji bo alikariyên mirovî rêyan vekin
Antony Blinken: Em li Sûriyê ji bo alikariyên mirovî rêyan vekin
Nîşan Antony Blinken Dr. Miselem Talas Beşar Esed Sûriye
A+ A-

Hewlêr Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di derbarê krîza Sûriyê de got "Jiyana xelkê li Sûriyê li ser wergirtina alîkariyên bilez dimîne. Ji bo gihandina alîkariyan, divê em ji bo wan her tiştî bikin. Em rêyan vekin, ne ku bigrin.

Piştî ku serokatiya Sûriyê ragihand ku serokê Sûriyê ji petaya Coronayê baş bûye, Beşar el-Esed serpereştiya civîna hikûmeta Sûriyê kir.

Di civîna hikûmetê de, serokê Sûriyê li ser rewşa aborî ya welatê xwe û tehdayên li pêş rawestiya. Di beşekê ji gotina xwe de, li pêş encûmena wezîran, Beşr el-Esed behsa daketina nirxê Lîreya Sûriyê kir û ew wekî şerekî binav kir.

Serokê Sûriyê Beşar el-Esed li ser vê yekê wiha got "Ez ê nimûneyekê bînim ku bihayê guherîna diravî ye ku em niha dijîn. Bihayê guherîna diravî şerek e, me dikarîbû hin destkeftan bidest bixin ku me berê nikarîbû wan bidest bixin, dibe ku pêwendiya wan bi nîrên heyî û pir faktoran hebe, lê faktora herî girîng di vê rewşê de îrade ye. Ne bes e, em bibîjin em nikarin çareseriyekê bibînin. Nexêr, di qonaxekê de, bi şêweyekî em dikarin çareseriyekê bibînin."

Lê Dr. Miselem Talas, mamosteyê zanîngehê û pisporê zanistên diravî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re sedemên daketina nirxê Lîreya Sûrî diyar kirin.

Pisporê zanistên diravî Dr. Miselem Talas ji Rûdawê re got “Aboriya Sûriyê li gorî dahata xwecihî pir daketiye. Li hember vê jî da nîşandan ku dewlet gelek zêde dirav çap dike û dike bazaran.”

Di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, behsa rewşa aboriya xirab a Sûriyê û girîngiya alîkariyên mirovî bo xelkê wî welatî kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken li ser krîza mirovî ya li Sûriyê got "Jiyana xelkê li Sûriyê li ser wergirtina alîkariyên bilez dimîne. Ji bo gihandina alîkariyan, divê em ji bo wan her tiştî bikin. Em rêyan vekin, ne ku bigrin. Divê endamên vê Encûmenê bi erkê xwe rabin, û careke din her sê rêyên sînorî ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bo xelkê Sûriyê vekin. Êdî bese ji bo wan kesên ku êrîşan dikin behane da ku deriyan girtî bihêlin, divê  êrîşên ser karmendên mirovî û ser sivîlên alîkariyê dikin werin rawestandin. Bila ti alî alîkariyên mirovî ku jiyana bi milyonan xelkên Sûriyê li ser e, nekin pirsgirkêkeke siyasî  " 

Li gor raportên derbarê aboriya Sûriyê de hatine belavkirin, di nava deh salên şer de, 442 milyar dolar ziyanên aborî yên Sûriyê ne. 91.5 milyar dolar ziyanên karta neftê ne, 98% rêjeya jidestdana nirxê Lîreya Sûrî ye.

Têkçûna rewşa aborî li Sûriyê û bi taybet daketina nirxê Lîreya Sûriyê, bihayê her tiştî li bazaran bilind kiriye. Bihayê hin keresteyên xwarinê bi sed taq zêde bûye. Vê yekê hiştiye, ku rêjeya hejariyên li Sûriyê bigihêje ji sedî 90.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst