Dusseldorf (Rûdaw) - Fînlanda dixwaze wergirtina welatînameyê ango pasaportê zehmet bike.
Li gelek welatên Ewropayê bi sala ye ji bo wergirtina welatînameyê pêwîst e kesê daxwazkar ezmûnekê pêk bîne. Heta di wê ezmûnê de derbas nebe, pasaporta welêt wernagire.
Yek ji beşên ezmûnê taybet e bi fêrbûna zimanê wî welatî ye ku welatînameya wî tê daxwazkirin.
Heta niha xuya nake ku Fînlanda ev yek pêwîst dîtiye lê ji vir pêve dê wisa bike.
Lewra Wezareta Navxwe ya Fînlandayê mijûlî amadekirin û lêkolîna di wê yekê de ye ka çawa ezmûna wergirtina welatînameyê di pergal û yasayên Fînlandayê de biguncîne.
Wezareta Karên Navxwe ya Fînlandayê ragihand ku armanca wê ezmûnê ew e ku kesê daxwazvan piştrast bike ku ew li civaka Fînlandayî hatiye guncandin û amade ye ji bo bazara kar û hêjayî wê yekê ye ku welatînameyê wergire.
Ji bilî zimên, îhtîmal heye ew jî di ezmûnê de hebe ku kesê daxwazvan îzbat bike ku kariye bi kar çavkaniya dahatê ya wisa peyda kiriye ku karibe pê bijî.
Li gorî yasayên Fînlandayê kesek 8 salan bi awayekî yasayî li wî welatî bijî, mafê wî yê daxwazkirina welatînameyê dibe.
Li gelek welatên Ewropayê, kesê koçber piştî 5 salan dibe xwediyê vî mafî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse