Pasaporta herî biha ya kîjan welatî ye?

29-05-2024
RÛDAW
Nîşan Pasaport Bihabûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî zanyariyên ku ji aliyê Endeksa Pasaportan a Henleyê ve hatine belavkirin, li cîhanê pasaporta herî biha ya Tirkiyeyê ye.

Endeksa Pasaportan a Henleyê (Henley Passport Index) lîsteya pasaportên herî bihêz û yên herî biha eşkere kir.

Di nav lîsteya pasaportên herî bihêz yên cîhanê de pasaporta Tirkiyeyê di rêza 52yan de ye lê di nav yên herî biha de di rêza yekem de ye.

Li Tirkiyeyê mesrefa derxistina pasaporta 10 salî 8 hezar û 623,30 lîre ye.

Li gorî bihayê niha yê lîre yê li beramberî dolarê Amerîkî, dike 268 dolar.

Bi vî awayî li cîhanê ji pasaportên ku ji bo 10 salan tên derxistin pasaporta Tirkiyeyê dibe pasaporta herî giran a cîhanê.

Bihêzbûna pasaportan

Endeksa Pasaportan a Henleyê bihêzbûna pasaportan di nav 199 welatan de li gorî hejmara welatên ku bê vîze dikare herin wan rêz dike.

Xwediyê pasaporta Tirkiyeyê dikare bê vîze biçe 118 welatan.

Li gorî Endeksa Pasaportan a Henleyê, di rêza duyem a pasaportên herî biha yên cîhanê de pasaporta Meksîkayê tê ku bihayê xwe 234 dolar e.

Pasaportên herî bihêz

Pasaportên herî bihêz jî ku xwediyê wan dikare bê vîze biçe 194 welatan pasaportên Fransa, Îtalya, Almanya, Spanya, Sîngapûr û Japonyayê ne.

Li wan welatan lêçûna pasaporta 10 salî bi wiha ye: Pasaporta Fransayê 94 dolar, Almanya 41 dolar, Îtalya 126 dolar, Spanya 33 dolar, Sîngapor 53 dolar û Japonya 115 dolar e.

Pasaportên herî qels

Li gorî Endeksa Pasaportan a Henleyê 10 welatên ku pasaporta wan herî qels bi rêzê ev in:

1 - Efxanistan: Dikarin herin 28 welatan

2 - Sûriye: Dikarin herin 29 welatan

3 - Îraq: Dikarin herin 31 welatan

4 - Pakistan: Dikarin herin 34 welatan

5 - Yemen: Dikarin herin 35 welatan

6 - Somalî: Dikarin herin 36 welatan

7 - Filistîn: Dikarin herin 40 welatî

8 - Nepal: Dikarin herin 40 welatî

9 - Lîbya: Dikarin herin 40 welatî

10 - Koreya Bakur: Dikarin herin 40 welatî

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst