AMED - Piraniya jinan bi Tirkî nizanin: Nikarin tedawî bibin

27-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kurdî Jin Amed Nexweşî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, piraniya jinên ji 40 salî mezintir ji ber ku bi Tirkî nizanin nikarin ji pişkinînên penceşêrê sûdê wergirin.

Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES), encamên rapirsiya ku sala 2022yan li herêmên çolter (gundewar) ên Amedê bi 347 jinan re kiribû belav kirin.

Li gorî rapirsiyê li herêmên çolter yên Amedê ji sedî 58ê jinan bi Tirkî nizanin û ji ber vê yekê nikarin ji pişkinînên penceşêrê sûdê wergirin.

Jinên ku bi Tirkî nizanin heta kesekî bi Tirkî dizane bi wan re nebe nikarin biçin Navenda Diyarkirin, Kontrol û Perwerdeyê ya Penceşêrê (KETEM).

Jin dereng bi nexweşiya xwe dihesin

Bi taybetî jî jin di nexweşiyên wekî penceşêra memikan û penceşêra rehmê de naxwazin bi mêran re biçin nexweşxaneyê û ji ber vê yekê dereng bi nexweşiya xwe dihesin.

Li gorî rapirsiyê ji ber ku xizmetên tenduristiyê bi Kurdî nayên dayîn ji sedî 58ê jinan nikarin ji xizmetên tenduristiyê sûde wergirin.

Di nav rêjeya ji sedî 58an de jî ji sedî 78ê jinan qet pişkinîna penceşêrê nekiriye.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê, di dayîna xizmetên tenduristiyê de bi ti awayî cih nade zimanê Kurdî.

Tevî ku ev xizmet li gelek bajaran ji bo penaberên Sûriyeyî bi Erebî tê dayîn lê ji bo bi milyonan Kurd ev nayê kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Fahretîn Koca bi xwe jî Kurdekî ji parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê ye ku malbata wî beriya niha bi sedan sal e ji Bakurê Kurdistanê koç kiriye.

Li navçeya Peyasê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, tabeleya navenda tenduristiyê ya ser bi Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ve, bi Tirkî û Erebî hatibû nivîsandin lê bi Kurdî nehatibû nivîsandin.

Herwiha Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê 5 zimanên cuda li sîstema “e-Reçetem”ê zêde kiribûn lê cih nedabû Kurdî.

Cihnedane Kurdî ya li ser tabeleyê û e-Reçetemê bûbû sedema nerazîbûna parlamenter û saziyên sivîl.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst