Tehemûlî Kurdî nakin: Li Amedê hişyariyên bi Kurdî careke din hatin jêbirin

06-08-2024
Nîşan Kurdî Pêşî Peya Hêdî Amed Bêtehemûlî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ameda Bakurê Kurdistanê hişyariyên bi Kurdî yên trafîkê hatin jêbirin ku hefteya borî dubare hatibûn nivîsîn.

Bêtehemûliya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdî berdewam dike û demên dawiyê bi awayekî şênbertir derdikeve holê.

Ji aliyekî ve bi ser dawetên Kurdan de digirin û ji ber govendên Kurdî xelkê digirin û ji aliyê din ve jî nivîsên bi Kurdî ji ser rê û cadeyan jê dibin.

Şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê DEM Partiyê de li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê li ser rêyan û bi Kurdî “Pêşî Peya” û “Hêdî” dinivîsin.

Lê ew hişyarî bi bi fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê û bi biryara parêzgariyan tên jêbirin.

Şaredariyên DEM Partiyê careke din wan hişyariyan dinivîsîn lê bi heman awayî dîsa tên jêbirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê du hefte berê hişyariyên bi Kurdî yên ku hatibûn jêbirin careke din bi Kurdî nivîsin.

Lê doh êvarê ew nivîs bi biryara Parêzgariyê careke din hatin jêbirin.

Alîkarê Serokê Baroya Amedê Mehdî Ozdemîr derbarê mijarê axivî.

“Bikaranîna zimanê Kurdî asteng dike”

Ozdemîr ragihand ku hişyariyên bi Kurdî di çarçoveya giştînameya 26ê Tîrmeha 2024an a Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê de hatine jêbirin û got:

“Di wê  giştînameyê de fermana jêbirina hişyariyên trafîkê yên bi zimanê Kurdî hatiye dayîn.

Ev di bingehê de bikaranîna zimanê Kurdî ya di jiyana civakî de û xwegihandina xizmetên bi zimanê dayîkê asteng dike.”

27ê Tîrmehê Nivîsên “Pêşî Peya” û "Hedî" yên bi Kurdî yên li Kolana Elazigê ya Amedê hatibûn jêbirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 30ê Tîrmehê ev hişyarî careke din nivîsîbûn.

Pêvajoya jêbirina hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê cara yekem li Wanê dest pê kir.

Piştre li Amed, Mêrdîn, Êlih û navçeyên wan heman hişyarî bi fermana Wezareta Karên Navxwe tên jêbirin.

Şaredarî careke din dinivîsin lê bêtehemûliya li hemberî Kurdî berdewam dike û dîsa tên jêbirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst