Kûpaya Cîhanî - Kosta Rîka 1-0 ji Japonê bir

27-11-2022
RÛDAW
Nîşan Japon Kosta Rîka Kûpaya Cîhanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka duyemîn a Koma Eyê ya Kûpaya Cîhanî ya 2022an de ku li Qeterê li darxistin Kosta Rîka Japonê 1-0 têk bir.

Kosta Rîka û Japon li stadyûma Ehmed Bîn Elî hatin hemberî hev.

Herçiqas Japon di piraniya pêşbirkê de serdest lîst jî lê di xuleka 81an de nikaribû rê li ber gola Keysher Fuller ê Kosta Rîkî bigre û 1-0 têk çû.

Bi vê encamê Kosta Rîka di komê de gihîşt 3 pûanan. 3 pûanên Japonê jî hene.

Di pêşbirka xwe ya ewil de Japon Almanyayê ku yek ji favoriyên tûrnûvayê ye 2-1 têk biribû.

Li aliyê din Kosta Rîka jî lîtika xwe ya ewil ya tûrnûvayê de li hemberî Îspanyayê 7-0 têk çûbû.

Di pêşbirka din a komê de Îspanya û Almanya îro dê bên hemberî hev.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst