Amedspor bi formayê ku 'Narîn' li serê hatibû nivîsîn derket maçê

14-09-2024
Nîşan Amedspor Narîn Guran Bandirmanspor Adama Traore
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedsporê li deplasmanê tîma Bandirmasporê 1-0 têk bir.

Amedspora ku di Lîga 1emîn a TFFyê de ye, di hefteya 5emîn de li deplasmanê bi Bandirmasporê re lîst.

Amedspor bi formayê ku 'Narîn' li ser hatibû nivîsîn derket maçê.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li gundê Çûliyê yê Amedê "winda" bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Lîstikvanê Amedsporê Adama Traore xuleka 2yan golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Nîva yekem a lîstikê bi encama 1-0 bi dawî bû.

Nîva duyem jî bê gol bi dawî bû û maç 1-0 bi serkeftina Amedsporê qediya.

Amedsporê bi serkeftina xwe ya dawî puana xwe derxist 8an û derket rêza 5an.

Amedspor 21ê Îlonê dê li mala xwe saet 19:00an bi Bolusporê re bilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst