Li Japonyayê jî rihetî ji Kurdan re nîne

22-04-2024
RÛDAW
Nîşan Japonya Kurd Nijadperestî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Japonyayê nîjadperestiya li dijî Kurdan zêde bûye.

Li bajarê Kawaguchiyê yê Japonyayê nîjadperestiya li dijî Kurdan her ku diçe tûjtir dibe.

Li bajarê Kawaguchiyê te xwestin ku Kurdên li wê derê dijîn ji Japonyayê bên dersînorkirin.

Li gorî nûçeya malpera nûçeyan a Sumikaiyê ya Japonyayê, sedema zêdebûna nijadperestiya li dijî Kurdan “pevçûneke bi kêran e ku komeke Kurd jî tevlî bûye.”

Xwepêşandan tên kirin

Di wê pevçûnê de 7 kes bi tohmeta teşebûsa kuştinê hatine desteserkirin lê ti kes sûcdar nehatiye dîtin.

Li aliyê din, li bajêr ji bo vîze, mafê rûniştinê û pirsgirêkên civakî li dijî biyaniyan xwepêşandan tên kirin.

Li Kawaguchiyê nijadperestî zêde dibe

Nêzîkî 600 hezar niştecihên Kawaguchiyê hene ku derdora 3 hezar Kurd lê dijîn.

Lê belê, li bajêr nijadperestî ne nû ye, sala 2019an hat ragihandin ku mobînga li ser xwendekarên Kurd pirsgirêkeke mezin e.

Herwiha gelek Kurd niha radigihînin ku di mehên dawî de gelek caran rastî dijminatiya nijadperestiyê hatine û ji wan hatiye xwestin ku yekser Japonyayê biterikînin.

10ê Nîsanê, li bajarê Kawaguchiyê komeke nijadperest li ber xwaringeheke Kurdan kom bûn û wan gef li Kurdan xwar.

Herwiha grûpa nijadperest bi drûşmên nijadperestî bang kir ku penaberên Kurd ji Japonyayê bên dersînorkirin.

Li gorî nûçeyê, xwediyê xwaringehê yê Kurd nêzî 20 sal berê hatiye Japonyayê û bi malbata xwe re bi temamî bi awayekî qanûnî li welêt dimîne.

Herwiha xwediyê xwaringehê bi civaka Japonyayê re entegre bûye û bi cîranên xwe re têkiliyên wî yên baş jî hene.

Li Kawaguchiyê banga dersînorkirina Kurdan bilindtir dibe

Berdevkekî rêveberiya bajarê Kawaguchi di demên borî de ji ber pirsgirêkên civakî giliyên şêniyan hebûne.

Herwiha ji ber qerebalixiya ku bi şevê dihate kirin gazin dikirin.

Gelek Kurd di fîrmayên vezîvirandinê de dixebitin ku karê wan 24 saetan berdewam dike.

Ji ber qerebalixiyê li dijî van fîrmayan gilî û gazinên xelkê her ku diçe zêde dibin.

Rêveberiya bêjêr jî ji bo kêmkirina van qerebalixiyan biryarnameyek derxist.

Lê dîsa jî nijadperestiya li hemberî mirovan zêde dibe.

Hezîrana borî, Meclîsa Bajar a Kawaguchiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku piraniya niştecîhên biyanî pabendî qanûnê ne lê ji polîsan hat xwestin ku li hemberî sûcên ku ji aliyê hin biyaniyan ve tên kirin tedbîr bên girtin.

Ji wê demê ve giliyên li meclîsa bajêr zêde bûne.

Piraniya kesên ku li meclîsa bajêr gilî dikin, bang dikin ku Kurdên bajêr bên dersînorkirin.

Piştî ku bûyerê li Japonyayê di medyayê de cih girt, li ser medyaya cikavî li dijî Kurdan parvekirinên nijadperestî hatin belavkirin.

Ev yek jî bû sedema wê yekê ku kesên ku li bajêr an eyaletê najîn jî xwest ku Kurd ji Japonyayê bên dersînorkirin.

Li gorî daneyên polîsê eyaleta Saitamayê, sala 2023yan li Kawaguchiyê ji aliyê welatiyên Tirkiyeyê 56 bûyer pêk hatin lê ne diyar e ka çend ji wan ji aliyê Kurdan ve hatine kirin.

Lê li bajarê Kawaguchiyê û seranserê Japonyayê her ku diçe nijadperestî dibe pirsgirêkeke mezintir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst