Amedsporê di xuleka dawî de xwe ji 3 pûanan kir

14 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amedspor Boluspor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîstika Amedsporê û Balusporê bi skora 1-1ê bi dawî bû û her yekê pûanek wergirt.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 1emîn a TFFyê de ye, li mala xwe bi Bolusporê re lîst.

Her çend Amedspor tîma serdest bû lê nîva yekem a lîstikê bi encama 0-0 bi dawî bû.

Lîstikvanê Amedsporê Max Gradel xuleka 65an golek avêt û tîma xwe 1-0 xist pêş.

Bolusporê di xulekên dawî de bandora xwe zêde kir û di xuleka 90+5an de bersiv da Amedsporê.

Amedsporê xwest di lîstikê de 3 pûanan bi dest bixe lê nekarî encamê biguherîne û nîva duyem jî bi encama 1-1ê bi dawî bû.

Amedsporê bi lîstika dawiyê pûana xwe derxist 9an û derket rêza 9an.

Her wiha ji ber maça Fenerbahçe û Galatasarayê eleqeya alîgaran ji maça Amedsporê re kêm bû.

Hefteya bê Amedspor dê li deplasmanê bi tîmeke din a Bakurê Kurdistanê Yenî Malatyasprê re bileyîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst